RIHA - Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol ê ji bo Îmraliyê got ku “Yekemîn cihê ku statuya wê û bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin ne diyare ye” û wiha got: “İsrara Abdullah Ocalan a ji bo rola xwe bilîze, israra çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, ji bo balê bikişîne tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin bi serenavê “Nêrîna li tecrîdê ya bi perspektîfa azadîxwaz” li Eywana Konferasna Tahîr Elçî ya Baroya Amedê panelek li dar xist. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol weke axivêr tev li panelê bûn.
Moderatoriya panele Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Rihayê Mizgîn Kurtoglû kir. Kûrtoglû destpêkê têkildarî tecrîda 39 meh in li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin de agahî da. Pişt re endamê Hiqûqa Buroya Asrinê Ozgur Erol têkildarî serenavên tecrîd û hiqûqê axivî.
Erol ê ji bo Îmraliyê got ku “Yekemîn cihê ku di qada navnetewî de statuya wê û bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin ne diyare ye” wiha axivî: “Li Îmraliyê ji roja ewil ve tecrîd tê pêkanîn. Dema parêzer û malbatan xwestin biçin destûr nehate dayîn. Ewilî radyoyeke ku birêz Ocalan tenê bikare TRT’yê guhdar bike dabûnê. Yek qenal pêkanîneke diyar e. Her tim hate xwestin ku çi dikeve hundir çi derkeve were kontrolkirin. Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re demekî dirêj in nikarin bên kirin. Ev pêkanîn ji bo girtiyên din ên li wir jî derbasdar e.”
‘ISRARA ÇARESERIYA DI PIRSGIRÊKA KURD DE YE’
Erol, ê qala cezayên dîsiplînê yên ku dikin hinceta astengkirina hevdîtinan kir, wiha domand: “Birêz Ocalan û girtiyên din her ku diçe pîr dibin. Dema derdikevin sporê bi gotina ‘hûn çima di nava xwe de diaxivin’ cezayên dîsiplînê tên dayîn. Ji bo ku bi van hincetên pêkenok ceza tên dayîn êdî îtîraz jî nayê kirin.” Erol, bi bîr xist ku 39 meh in agahî Abdullah Ocalan nayê wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda hatiye kûrkirin, rastiya Ocalan ê li ber xwe dide derdixe holê. Meseleya bingehîn ne kûrkirina tecrîdê ye, tecrîda tê kûrkirin nîşan dide ku Ocalan çiqas li ber xwe dide. Rastiya Ocalan ê li dijî wî tecrîd heye, nêzîkatiya pirsgirêka kurd deyne holê. Hinek kes dipirsin ku em çima di her mijarê de qala tecrîdê dikin. Rakirina tecrîdê israra leyîstina Ocalan a rola wî û israra di çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk de ye. Divê wiha fêm bikin û bi vî awayî lê binêrin.” Erol da xuyakirin ku hewldanên Nelson Mandela yên ji bo mirovên reş û spî li Afrîka Başûr bi hev re bijîn û Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dişibe hev û destnîşan kir ku ramanên Rêberê PKK'ê Ocalan li dijî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn xeteke jiyanê ye.
OCALAN: TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURD ÎŞLIKÊ JI AGIR E
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi lêv kir ku dema mijar dibe tecrîd û pirsgirêka kurd hin kesên ku îdia dikin ku demokrat in bêdeng dibin û anî ziman ku ev mijar îşlikên ji agir in. Ocalan, rola hêzên hegemon a di dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a sala 1999’an de bi bîr xist wiha got: “Ji bo ku Tirkiye destûrê nade CPT raporeke ku amade kiriye jî nikare biweşîne. Em dikarin vê bi hêza gel bişikînin. Hiqûqa li Îmraliyê tê pêkanîn derveyî hiqûqa navîn û hiqûqa navnetewî ye. Ji bo ku tecrîd were rakirin li girtîgehan berxwedaneke mezin heye. Hiqûqeke dualî heye. Ev hiqûq di polîtîkayên qeyûman de derdikeve pêşberî me. Hiqûqa li Kepez a Antalyayê û hiqûqa li Colemêrgê tê sepandin cuda ye. Gelê kurd derveyî pergala hiqûqê hatine hiştin.”
‘HEKE ASAYÎBÛN ÇÊBIBE DIVÊ BIRÊZ OCALAN BIAXIVE’
Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir îro belavî her derê bûye û ev tişt gotin: “39 meh in tu agahî nînin. Malbat û parêzer nikarin biçin. Peyama ku ‘Em ê di sedsala Tirkiyeyê de destûrê nedin ku birêz Ocalan rola xwe bilîze’ didin. Aqlê dewletê qebûl kir ku birêz Ocalan muxatab e. Qala asayîbûnê tê kirin. Heke asayîbûnek çêbibe divê birêz Ocalan biaxive. Heta ku ev pêk neyê hûn nikarin têkçûna aboriyê rawestînin. Bi fikrên birêz Ocalan şertên jiyana azad ên herkesê hene.”
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.