Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in

  • rojane
  • 09:01 11 Hezîran 2024
  • |

WAN - Mehmet Emîn û Mahmût Aslan birayên hev in û bi salane girtî ne. Tevî nexweş in jî nayên berdan. Haci Aslan ê ku ji ber çalakiya “azadiyê” agahî ji birayên xwe nagire, got: “Em bibin dengê girtiyan.”

   
Bi biryara Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di salên dawî de gelek kes û nav hatin tehliyekirin. Li ser fermana Erdoan û Devlet Bahçelî serokên çeteyan, endamên Hîzbullahê yên ku di salên 90’î de tetikêşiyê kirin û darbekarên 28’ê Sibatê hatin berdan lê girtiyên siyasî yên kurd nayên berdan. 
 
Kujer û tetitikkêş yek bi yek tên berdan lê li aliyê din berdan ango tehyliyeya girtiyên polîtîk ên kurd tê astengkirin û dirêjkirin. Li gorî daneyên Koemeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 kes jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. 
 
HER DU JÎ NEXWEŞ IN
 
Mahmut (47) û Mehmet Emîn Aslan (51) ên birayên hev jî di nav girtiyên ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digirin, nayên berdanê. Ji birayan Mehmet Emîn Aslan di sala 1996'an de li Edeneyê hat binçavkirin û di nezaretxaneyê de îşkenceya giran lê tê kirin û paşê ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Aslan ji aliyê Dadgeha Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Konyayê hat darizandin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat" cezayê muebedê lê hat birîn. Mehmet Emîn Aslan bi dorê şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Konya, Mûş, Ûmraniye, Sîlîvriyê û herî dawî jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê. Aslan niha bi nexweşiya mîdeyê re rû bi rû maye. 
 
Mahmut Aslan jî di sala 1998'an de hat binçavkirin. Aslan ê ku li Wanê bi îfadeya şahidekî hat binçavkirin nêzî 40 rojan bi îşkenceya giran re rû bi rû dimîne. Aslan jî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hat darizandin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” cezayê muebedê lê hat birîn. Mahmut Aslan şandin girtîgehê Wan, Bedlîs, Mûş, Wan, Oltu, Bolu, Sîlîvrî, Balîkesîr, Sîlîvrî û herî dawî jî Girtîgeha Burdurê. Ji ber îşkenceya giran destê Aslan ê rastê şikest. Niha nexweşiya epîlepsiyê ye lê peyda bûye. Nexweşiyên wî yên wek nerehetiya mîde û osteoporozê jî lê peyda bûne. 
 
Mahmut Aslan di çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018-2019’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, agir berda bedena xwe. Piştî çalakiyê wî rakirin nexweşxaneyê û bi dû tedawiyê re wî dîsa şandin girtîgehê. 
 
DAYIKA WAN LI VEGERA JI GIRTÎGEHÊ CANÊ XWE JI DEST DA 
 
Her du bira çend salan li girtîgeha Mûşê û Sîlîvriyê li bi hev re man. Bi girtina her du birayan re zor û zehmetî jî derketin pêşiya malbatê û mafên wan hatin binpêkirin. Malbata Aslan di sala 1998’an de dema ji serdana girtîgehê vedigeriya Wanê, li ser rêya Xarpêt-Çewligê qeza kir û di qezayê de dayika wan Meryem Aslan jî di  nav de 3 ferdên malbatê wefat kirin.
 
7 SAL IN NEÇÛYE HEVDÎTINA BIRAYÊN XWE 
 
Kekê wan Haci Aslan bi salan e diçe girtîgehê serdana birayên xwe. Aslan anî ziman ku birayên wî ji ber ku li girtîgehên dûr in salê tenê dikare carek biçe hevdîtina wan û got: “Berê ez dikaribûm biçûma hevdîtina birayên xwe. Lê belê ji ber emrê min û nexweşiyên min nikarim mîna berê biçim. Her hefte li nexweşxaneyê me. Krîza aborî jî bandorê li ser me dike. Ji ber van sedaman 7 sal in ez neçûme hevdîtina birayên xwe û nikarim wan bibînim.” 
 
‘DIXWAZIN MALBATAN Û GIRTIYAN JI HEV QUT BIKIN’ 
 
Aslan diyar kir ku sedema bingehîn a ku girtiyan dişînin girtîgehên bajarên dûr ew e ku têkiliya malbatê û girtiyan ji hev qut bikin û wiha got: “Bi vê yekê hem dixwazin îşkenceya derûnî li ser girtiyan bikin hem jî li ser malbatan bikin. Lê bila ew jî bizanibin, ew ê tu carî negihîjin mexseda xwe. Ne girtî û ne jî em malbat, em ê tu carî serê xwe netewînin.” 
 
DU SÊ MEH IN AGAHÎ JI WAN NEGIRTIYE
 
Aslan da zanîn ku birayê wî Mahmût 3 meh berê ji Girtîgeha Balikesîrê sewqî Girtîgeha Bûrdûrê hatiye kirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin û birayê wî ji ber ku li ber lêgerîna tazî rabûye doza ku 7 sal jê re ceza tê xwestin hatiye vekirin. 
 
Aslan destnîşan kir ku wî ji meha nîsanê ve piştî girtiyan dest bi çalakiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine û hevdîtin û telefonê boykot dikin agahî ji birayên xwe negirtiye û piştî 4’ê Nîsanê Mahmût geriyaye ji wan re gotiye wî ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê kirine û ew jî ji bo vê agahiyê bide geriyaye. 
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’ 
 
Aslan banga “Bibin dengê girtiyan” li raya giştî kir û ji bo dawî li pêvajoya şer bê anîn muxatabê vê yekê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Aslan got: “Birêz Ocalan îradeya gelê kurd e. Bi peyamek wî herka dinyayê biguhere. Heta ku ev tecrîd berdewam bike ne em kurd û ne jî tirk wê nikaribin di nava jiyanek aştiyane de bijîn. Divê ev bêhiqûqî demildest bê bidawîkirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

13/06/2024
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm