Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot

  • rojane
  • 15:35 14 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnasan têkildarî 14’ê Hezîranê Roja Mafê Darizandina Adîlane li Îzmîr û Enqereyê daxuyanî dan. 
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistinên hiqûqê yên Îzmîrê destnîşan kirin ku mafê darizandina adîlane êdî di pirtûkan de bûye gotegot û wiha axivî: “Rêxistinên emniyet û darazê êdî li gorî pêdiviyên AKP’ê yên rojane tim ji nû ve tên sererastkirin.”
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Îzmîrê, Koma Parêzerên Hemdemî, Hiqûqnasên ji bo Edaletê, bi munasebeta Roja Mafê Darizandina Adîlane ya Navneteweyî daxuyanî dan. 
 
Seroka Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Dîlancan Ateş Tûrgal di daxuyaniya li avahiyê şaxa komeleyê hatiye dayîn de bi bîr xist ku parêzer û rêxistinên hiqûqê yên pîşeyî ku di cîhanê de zêdetirî 3 milyon parêzeran temsil dikin, bi ser bîranîna Ebrû Tîmtîkê sala 2021’an Roja Mafê Darizandina Adîlane îlan kirin. Tûrgal da zanîn ku 14’ê hezîranê di heman demê de rojbûna Ebrû Tîmtîkê ye û ev tişt gotin: “Her sal ji bo vê rojê welatek tê diyarkirin û li vî welatî bi ser mafê darizandina adîlane riyên çareseriyê tên nîqaşkirin, konferans tê lidarxistin. Di dawiya konferansê bi ser navê Ebrû Tîmtîkê têkildarî mafê darizandina adîlane ‘Xelata Ebrû Tîmtîkê’ ji sazî an jî parêzeran re tê dayîn. Komara Filîpînê îsal wek navend hate diyarkirin û dê li bajarê Manilayê konferasek  online tê lidarxistin.  
 
BIRYARA TAHÎR ELÇÎ
 
Tûrgal da zanîn ku mafê darizandina adîlane êdî di pirtûkan de bûye gotegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj duh derbarê sê bersûcên ji ber doza Tahîr Elçî dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayîn. Ev biryar di hêla bîra me ya civakî û raya giştî ya demokratîk de tune tê qebûlkirin. Me bi hev re şahidî kir ku faîlên Tahîr Elçî bi bêcezahiştinê hatin xelatkirin.” 
 
EDALET NÎN E
 
Di dawiya axaftina xwe de Tûrgal anî ziman ku di qesrên edliyeyê de edalet nemaye û wiha pê de çû: “Êdî tu baweriya gel jî ji edaletê re nemaye. Derbarê hezaran kesan de kaxizên ku ji wan re nayê gotin ku îdianme ne, hevoka ‘terorê’ dixin tê de û hezaran kesan didarizînin. Mafê darizandina adîlane ji holê radikin. Bi hinceta heqareta serokkomar mirov tên girtin, tundiya li dijî jinê bi bêcezahiştinê tê xelatkirin. Yên bertilê didin tên berdan, yên dirûşman berz dikin tên girtin. Rêxistinên emniyet û darazê li gorî pêdiviyên AKP’ê her roj ji nû ve tên sererastkirin. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayên sepandin, endamên AYM’ê tim hedef tên nîşandan.” 
 
ENQERE
 
Şaxa OHD’a Enqereyê û gelek rêxistinên hiqûqê têkildarî Roja Mafê Darizandina Adîlane li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Darizandina adîlane maf e. Ebrû Tîmtîk nemir e” hate vekirin. 
 
Endama ÇHD’ê Nergîz Gornaz bi ser wate û girîngiya rojê sekinî û bi bîr xist ku roja mirina Ebrû Tîmtîkê bi biryara hevpar a rêxistinên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî wek Roja Mafê Darizandina Adîlane ya Navneteweyî hatiye îlankirin. Gornaz da zanîn ku mijara darizandina adîlane veguheriye krîzekê. Gornaz ji bo mînakê jî darizandinên Kobanê, Geziyê, qeyûman û gelek dozên din wek mînak nîşan da. 
 
Gornaz diyar kir ku êdî li Tirkiyeyê êdî hiqûq nayê sepandin û wiha got: “Gelek îdiayên ku gotina terorê xistine navê de kaxizên jê re wek îdiane jî nayê gotin hezaran kes tên darizandin. Dema gotina terorê derbas dibe mafê darizandina adîlane ji holê tê rakirin.”
 
BANGA TBB Û BAROYAN
 
Gornaz bertek nîşanî biryara beraetê ya derbarê polîsên têkildarî qetilkirina Tahîr Elçî da û wiha derbirî: “Biryara beraetê ya derbarê polîsan de hatiye dayîn ji hêla gelê kurd û raya demokratîk de wekî tune ye. Roja Mafê Darizandina Adîlane lewma divê li welatê me bi dengekî bilindtir were ziman. Divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê vê rojê bi dengekî bilindtir bînin ziman, têkoşîna Ebrûyê ya darizandina adîlane bidomîne. Îro Ebrû Tîmtîk di têkoşîna mafê darizandina adîlane de dijî.”
 
Daxuyanî bi berzkirina diruşma “Ebrû Tîmtîk nemir e” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/10/2024
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
14:44 Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
14:11 ‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
13:50 Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
13:49 Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
13:41 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
13:09 Ozel: Em aştiya civakî diparêzin
12:55 Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
12:49 Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin