Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn

  • rojane
  • 22:14 17 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de Denîz Poyraz hate bîranîn.

 
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê tên lidarxistin berdewam dikin. Îro jî çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê dom kir. Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz bi kesên tev li nobetê bûne re cejnê pîroz kirin. Tevî Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm li dijî îradeya gel xesp e. Darbeya li demokrasiyê hatiye xistin e” hate vekirin.
 
POYRAZ HATE BÎRANÎN: EM KUJERAN NAS DIKIN
 
Denîz Poyraz a di avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de, di 17’ê hezîrana 2021’an de encama êrişa çekdarî hatiye kuştin, di 3’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bîranîn. Dovîzên wêneyên Denîz Poyrazê li ser û nivîsa “Rêheval Denîz nemir e” lê hatine nivîsîn, hatin hilgirtin û gelek caran diruşmên “Jin, jiyan azadî” û “Denîz Poyraz nemir e.” hatin berzkirin.
 
Hevseroka DEM Partiya Mêrsînê Bedriye Kûş da zanîn ku faîlê Poyrazê di heman demê de desthilat bi xwe ye û wiha got: “Em kujeran nas dikin, hesabê dipirsin.”
 
AMED
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên 13 navçeyên Amedê çalakiyên nobetê di roja 14’emîn de berdewam kirin. Pankarta “Şaredarî yên me ne nayên xespkirin” hate vekirin û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di nobetê de dovîzên li ser “îradeya me rûmeta me ye” hatin hilgirtin. Serokê Damezrîner ê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Sûphî Ozgen jî hate serdana çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Ozgen anî ziman ku ew li dijî tayînkirina qeyûm ji bo piştevaniyê hatiye û ev tişt gotin: “Li şûna hevşaredaran tayînkirina walî û qeymeqam ne rast e. Heke dê serokê şaredariyê ji kar bê girtin, divê meclisa şaredariyê serokekî nû hilbijêre.”  
 
Nobeta li Pasûrê, bi klamên dengbêjan dom kir. Di nobeta li pêşiya Şaredariya Rezanê tê lidarxistin de Denîz Poyraz hate bîranîn. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevseroka Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz wiha axivî: “Em dibêjin şaredarî yên me ne. Îrade ya me ye. Em ê îradeya xwe jî nedin deste qeyûm.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM  Partiyê Halîde Turkoglû Denîz Poyrazê bi bîr anî. Turkoglû diyar kir ku cînayetên siyasî ji pirsgirêka kurd cuda nîn in û wiha got: “Denîz Poyraz bi awayekî ji rêzê nehat kuştin. Êrişekî ku kurdan, kesên cuda difirikin, baweriyên cuda, kesên daxwaza aştiyê dikin hedef girt. Me di dadgehan de tim vê yekê digot: ‘Di vê mijarê de Onûr Gencer tetîkkêş e, hêzên li pişt vê bûyerê kê ne?’ Divê em rastiya vê yekê derxin holê. Ev 3 sal e têkoşîna vê yekê tê dayîn.”
 
ÊLIH
 
Nobeta li pêşiya Şaredariya Êlihê di roja 14’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û dirûşên “Zext dê nikarin me biçewisînin” û “Dê qeyûm biçe, gel dê bimîne” hatin berzkirin. Di nobetê de Denîz Poyraz hate bîranîn. 
 
SÊRT
 
Gelek kes tev li nobeta li Şaredariya Sêrtê tê domandin bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne. Em ê destûra xespê nedin” hate vekirin. Di çalakiyê de gelek caran diruşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.
 
Li pêşiay Şaredariya Misircê û Şaredariya Bajarokê girêdayî navçeya Hawêlê jî nobetên li dijî qeyûman dom kirin. 
 
MÊRDÎN
 
Hevserokên şaredariyên navçeyan û gelek kes tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tê domandin bûn. Di nobetê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûr nedin xespê” hate vekirin. Di nobetê de Denîz Poyraz hate bîranîn. 
 
ŞIRNEX
 
Li pêşiya Şaredariyên Hezex, Cizîr û Silopiyayê jî çalakiyên nobeta edaletê domiyan. Gelek welatî tev li çalakiya nobetê bûn. 
 
RIHA

Li Rihayê li pêşiya Şaredariyên DEM Partiyê çalakiyên nobetê dom kirin. Di çalakiyên li pêşiya şaredariyên Pirsûs, Serêkaniyê, Wêranşar, Xelfetî û Hewagê de Denîz Poyraz hate bîranîn. Di baxçeyên şaredariyan de wêneyên Denîz Poyrazê hatin daliqandin, find hatin vêxistin, gelek caran dirûşmên “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” hatin berzkirin. Balkêş bû ku kesên tev li çalakiyên bûbûn bi piranî jin û ciwan bûn.  

 

Sernavên din

19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome