Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?

  • rojane
  • 10:55 26 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE - Di hevdîtina duh a navbera xizmên girtiyan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rojevê. Lê belê Tûnç tecrîdê înkar kir û hevdîtinê di nîviyê de terikand.
 
Hêzên navneteweyî Rêberê PKK Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê ber bi îro ve polîtîkaya tecrîdê xistin dewrê. Dem bi dem daxwazên hevdîtinê yên parêzer û malbatan bi hinceta “koster xerab e” hatin astengkirin. Ev 40 meh in ji Ocalan û girtiyên li Îmraliyê tên ragirtn tu agahî nayên girtin. 
 
Di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 73 welatan bi tevlibûna rewşenbîr, rojnamevan û akademîsyenan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin, di girtîgehan de jî bi heman çarçoveyê boykota hatiye destpêkirin didome. Li derve jî di pêşengiya xizmên girtiyan de çalakî tên lidarxistin. Duh xizmên girtiyan ji Wezîrê Edaletê re hevdîtinek pêk anîn û daxwaza xwe ya “Hiqûqê bisepîne, tecrîdê rake” ragihandin. 
 
Ji xizmên girtiyan Refîka Akin, Fatma Çig, Nûray Ozdeş, Leyla Kûday û Gurbet Tekîn, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal û Dîlan Kûnt duh bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re li wezaretê hevdîtinek pêk anîn. 
 
BI DERENGÎ HAT
 
Li gorî agahiyên bi dest ketine wezaretê ji bo hevdîtinê di saet 15.00’an de randevuyê da xizmên girtiyan. Lê belê ev hevdîtin nîv saet paş de hat kişandin. Xizmên girtiyên ên berî saeta hevdîtinê çûne wezaretê ji nîv saetê zêdetir man li benda hevdînê.
 
BAL KIŞANDIN SER TECRÎDÊ 
 
Li gorî agahiyên hatine destxistin kêliya hevdîtin pêk hatiye xizmên girtiyan û Parlamenterên DEM Partiyê xwestin hevdîtin were qeydkirin û wêne werin kişandin. Lê belê wezîr xwest di dawiya hevdîtinê de wêne were kişandin. Di hevdîtinê de ewil xizmên girtiyan axivîn û bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ev 25 sal in di qawîşa yekkesî a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê de tê ragirtin û ev 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. 
 
NÎQAŞA ‘BIRÊZ’
 
Di vê van kêliyan de Tûnç gotina “Birêz Abdulalh Ocalan” ranegirt. Dema Tûnç ji ber vê yekê aciziya xwe anî ziman xizmên girtiyan wiha berteka xwe nîşan dan: “Gelê kurd birêz Ocalan wek rêberê xwe dibîne. Em ê nebêjin birêz, em ê çi bêjinê.” Bi ser vê yekê Wezîr Tûnç ruyê xwe zivirand û ji xizmên girtiyan re wiha got: “Hûn nikarin li vê meqamê bêjin ‘birêz’ û ‘rêber’.” 
 
Lê belê xizmên girtiyan heman gotinan dubare kirin û xwestin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin û belavî tevahiya Tirkiyeyê bûye were rakirin. 
 
HEWLDANA VEŞARTINA TECRÎDÊ YA WEZÎR
 
Dema xizmên girtiyan bi bîr xistin ku ev 40 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê agahî nayên girtin, Tûnç wiha aciziya xwe anî ziman: “Ma hûn ji bo zarokên xwe nehatibûn?” Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku rewşa zarokên wan dûrî tecrîda li Îmraliyê nîn e. Herwiha hat zanîn ku Tûnç bi israrkirinê xwestiye tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veşêre. Dema ku mijar hate ser leşkerên mirine jî, xizmên girtiyan ciwanên kurd û hezaran cînayetên faîlên wan nediyar anîn rojevê.
 
Xizmekî girtiyan ji bertek nîşanî gotinên Wezîr Tûnç ên derbarê Ocalan û girtiyan de aniye ziman da, milê wezîr girt û jê re wiha got: “Ew zarokên me ne, ne terorîst in. Dema hûn dibêjin, ew nabin terorîst.” Xizmên girtiyan wiha gotin. “Heya ku tecrîd dawî nebe dê ev çalakiyên me bidomin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Ev yek ji bo me binirx e.”
 
BIRYARÊN NY’Ê HATIN BÎRXISTIN
 
Li gorî agahiyên kesên tev li hevditinê bûne, Parlamenterên DEM Partiyê jî raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî tecrîdê amade kirine bi bîr xistin. Herwiha her du biryarên tevdîrê yên CPT’ê yên ji bo dawîkirina tecrîdê hatîn bîrxistin û anîn ziman ku hêj jî ev biryar nehatine pêkanîn. 
 
RAPORA TECRÎDÊ HATE PÊŞKEŞKIRIN
 
Parlamenterên DEM Partiyê di heman demê de rapora parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya derbarê tecrîda Rêberê PKK’ê, bêhiqûqiyên din ên ser Abdullah Ocalan ên sala 2023’yan hatine jiyîn pêşkeşî wezîr kirin. Herwiha Parlamenteran raporên têkildarî biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dibin sedema neberdana girtiyan, pirsgirêkên tenduristiyê yên tên jiyîn û gelek pirsgirêkên din jî pêşkeşî wezîr kirin. 
 
HEVDÎTINÊ DI NÎVIYÊ DE TERIKAND
 
Lê belê Tûnç bi hinceta behsa tecrîda Ser Rêberê PKK’ê hatiye kirin, piştî deqeya 21’emîn hevdîtinê dawî kir û bêyî destê dayikan bigire ji odeyê derket.
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

04/07/2024
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist