Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin

  • rojane
  • 09:18 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
ANTALYA - Servet Kaya yê ji Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate berdan, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê belavî hemû girtîgehan bûye, mafê tedawiyê tê astengkirin û girtiyên li dijî pêkanînên ku digihin asta tacîzê derdikevin diavêjin hucreyan. 
 
Servet Kaya yê piştî di sala 2017’an de li Amedê hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, bi rêzê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê hate ragirtin. Kaya, herî dawî di meha kanûna 2021’an sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgat a Antalyayê hate kirin. Kaya, di 10’ê tîrmehê de ji vir jî hate berdan. Kaya, binpêkirinên li girtîgeha ku jê hate berdan vegotin. 
 
JI TEDAWIYÊ RE ASTENGÎ, CEZAYÊ HUCREYÊ Û LÊPIRSÎN 
 
Kaya, diyar kir ku bi taybetî di saetên şevê de bi ser qawişan de tê girtin û dixwazin “provokasyonan” bikin û got: “Nîvî şevê tevî ku tu rewşek nîne jî di bin navê ‘lêgerînê’ de tên odeyan belav dikin, hewl didin bingeha provokasyona ku bigihe asta tahrîkê ava bikin. Bi vî awayî hewl didin bingeha pêkanîna tundiya psîkolojîk û fizîksel ava bikin.”
 
Kaya, da zanîn ku di mijara xwe gihandina tedawiyê de pirsgirêk derdikevin, girtiyên siyasî bi cihekariyê re rû bi rû dimînin û bi lêv kir ku bi hin hincetan sewqên revîr û nexweşxaneyê yên girtiyan bi mehan tên derengxistin. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Bijîjk jî dema rewşên lezgîn çêdibin gelemperî sewq dikirin nexweşxaneyan. Di rewşeke wiha de jî kêmî 7-8 mehan te nabin nexweşxaneyê. Di birina nexweşxaneyê de jî lêgerînên ku digihin asta tacîzê tên kirin. An tu dê van ferzkirinan qebûl bikî an jî dê mafê te yê tedawiyê were astengkirin û te nabin nexweşxaneyê. Dema tu neçî nexweşxaneyê jî cezayê hucreyê li te dibirin û derbarê de lêpirsîn tê destpêkirin.” 
 
‘TECRÎD BELAV BÛ’ 
 
Kaya, bal kişand ku tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 40 meh in agahî jê nayên wergirtin belavî girtîgehan bûye û ev tişt gotin: “Pêkanîna tecrîdeke wiha giran a li ser şexsiyetekî ku kurdan ji xwe re weke pêşeng destnîşan kiriye xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Bi mebesta qedandinê û parçekirinê ye. Polîtîkayeke ku li dijî îmhayê pêş dikeve ye. Girtîgeha Manavgatê û hemû zindanên din ji polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nesîbê xwe digirin. Polîtîkayên ku li Îmraliyê tên pêşxistin li hemû zindanan zêde dibin.”
 
‘BÊYÎ KU BIBE DEREND DIVÊ MIROV BIKEVE NAVA TEVGERÊ’ 
 
Kaya, bal kişand ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li girtîgehan hatine avakirin pêkanînên tecrîdê kûrtir kirine û li dijî pêkanînan qala girîngiya têkoşîna demokratîk kir. Kaya, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê êdî her kesek dengê xwe derxîne. Bi gelê kurd û mirovên ku gelê kurd weke xwişk û bira dibînin re dikarin kampanyayên îmzeyê bên destpêkirin û meş bên lidarxistin. Dikarin biçin zindanan û hesaba polîtîkayên tecrîdê bipirsin. Heta ku dereng nebe ji bo hin gav bên avêtin divê ji niha ve bikevin nava liv û tevgerê. Em rewşa heyî qebûl nekin jî di hin rewşan de bi paş ve man, kêm man. Ji bo ku bi temamî me têkoşîn û berxwedana vê bi pêş ve nebir polîtîkaya tecrîdê heta îro pêk tê.”
 
 
 

Sernavên din

17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’