DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn

  • rojane
  • 12:07 10 Tebax 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê der barê îstîfaya Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak de daxuyanî da û got: “Gelê Avkevirê wê her tim Mehmet Alî Budak wek xiyanetkar û tirsonek bi bîr bîne. Bendewariya gel jê ew e ku ji meqamê serokatiya şaredariyê îstîfa bike.” 

Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî îstîfaya Hevserokê Şaredariya Navçeya Avkevirê ya Agiriyê Mehmet Alî Budak ya ji partiyê daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya DEM Partiyê ya der barê îstîfaya Budak de wiha ye: "Di beyanên wî de sûcdarkirin û buxtanên neheqî li partiya me hatine kirin. Dema em li naverok û gotinên ku wî di daxuyaniya xwe de kirine dinêrin, bi zelalî tê fêmkirin ku ev daxuyanî ji aliyê kê ve û bi çi mebestê hatiye nivîsandin. Ji aliyê hemû gelê Avkevirê ve tê zanîn ku kesê navborî nikare van gotinan binivîsîne. Bi vê minasebetê, em hewcedarî pê dibînin ku kesên ku Mehmet Alî Budak wekî amûr bikar tînin, hin mijaran destnîşan bikin.”
 
KIRDEYA ME GELÊ ME YE 
 
"Partiya me ne ew partî ye û ne xwedî wê siyasetê ye ku al, sirûd, cejn hwd. û remz û nirxan asteng bike yan jî ji holê rake. Mijara têgihiştina me ya siyaset û şaredariyê gelê me ye. Kirdeya me gelê me ye. Em hewl didin ku li gorî pêwîstî û daxwazên gelê xwe têkoşînek siyasî bimeşînin. Em her tim li dij derketin û em ê li dijî wê derkevin jî ku remzên wekî al û sirûd di siyasetê de bibin navgînên parastinê û zirxî bidin hin komên qirêj. Em van nêzîkatiyên ku bi van hesasiyetan hewl didin hin beşên civakê bikin mertal, weke îstîsmar dinirxînin.
 
GEF LI HEVŞAREDARA ME XWARIYE 
 
Sîstema hevserokatiyê ya ku li siyaseta Tirkiyeyê hatiye destpêkirin modeleke mînak e ku me ji sala 2014’an û vir ve li şaredariyên xwe pêk aniye û wê di pêşerojê de jî bidome. Avkevir jî navçeyek bû ku me li gorî vê modelê namzed destnîşan kir. Mehmet Alî Budak pergala me ya hevserokatiyê qebûl kir û diyar kir ku ew dixwaze ji partiya me bibe namzed. Lê belê azweriya mêraniyê û daxwaza desthilatdariyê piştî hilbijartinan kesayet û karketera rastîn a vî kesî eşkere kir. Modela me ya hevserokatiyê bi rêbaza rêveberiya ez ezî û yekperestiyê red dike. Bi vê yekê ne razî bûn, ev kes û malbata wî bêedebî û bi planên xayîn nîşan dan ku Hevşaredara me Cemîle Duman tehdît kirin e. Em tehdîdên li Dûman, li partiya me tên kirin dinirxînin û dixwazin her kes bizane ku em tiştên ku hatine kirin bi vî rengî dinirxînin. Em hesaba wijdanî ya girtina dengên jinan ji Avkevirê û tinehesibandina îradeya jinan, emanetî gelê xwe yê Avkevirê dikin.
 
WÊ WEK XIYANETKAR Û TIRSONEK BÊ BIBÎRANÎN 
 
Gelê Avkevirê di hilbijartina 31'ê Adarê de çû ser sindoqan û dengê xwe dan DEM'ê, îradeya xwe ya ji bo rêveberiya şaredariyê ji aliyê DEM'ê ve nîşan dan. Yên ku destkeftiyên partiya me li Avkevirê bi dest xistine û yên ku bi hesabên matematîkî yên şaş û bê bingeh çîrokên serkeftinê yên takekesî çêdikin ji aliyê gelê Avkevirê ve nayên qebûlkirin. Gelê Avkevirê wê Mehmet Alî Budak wek xiyanetkar û tirsonek bi bîr bîne. Tişta ku ev kesayeta bi vî rengî wê li gelê Avkevirê bike dê zirarê bide. Tenê hêviya gelê Avkevirê ji wî ew e ku ji serokatiya şaredariyê îstifa bike.
 
HAYA ME JI PARA ME HEYE 
 
Weke DEM Partiyê em dixwazin diyar bikin ku haya me ji para me heye. Em lêborîna xwe ji hemû gelê xwe, bi taybetî jî ji gelê Avkevirê dixwazin ku vî kesî ku pergala me ya hevserokatiyê û azadîxwaziya jinan red dike. Di heyama pêş de jî em ê bi meclisa şaredariyê û rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re têkoşîna xwe li Avkevirê bidomînin. Li hemberî tirs, zext û gefan li her qadê em ê berxwedana xwe bidomînin. Em careke din dubare dikin ku em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin û berfireh bikin.”
 
 

Sernavên din

12/08/2024
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin