Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn

  • rojane
  • 13:31 17 Tebax 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê li aqûbeta windayan pirsîn. Li aqûbeta Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk hat pirsîn. 

 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 810’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD’ê û Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn tev li çalakiyê bûn. 
 
Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û diyar kir ku ew ji ber wefata parêzvanê mafê mirovan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî gelek xemgîn in û sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest. 
 
Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya Îbrahîm Kartay ê 15’ê tebaxa 1995’an li gundê Hûrê yê bi ser navçeya Hênê ya Amedê ve di binçavan de hat windakirin, xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 646’emîn de çalakî li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. 
 
Vê hefteyê serpêhatiya Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk ên tebaxa 1994’an li gundê Zorava bi ser navenda Êlihê ve di binçavan de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat xwendin. Rêveberê ÎHD’ê Rêzan Baytar serpêhatiya windakirina bav û law xwend. 
 
Bi dû daxuyaniyê re çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG 
 
 
Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê ku her rojên şemiyê ji bo kesên di cînayetên “Kiryar Nediyar” de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 136’an de berdewam kir. Çalakiya ku li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatî kirin, pankarta “bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Îslam Terkoglû yê di 23’ê mijdara 2006’an de ji hêla leşkeran ve hatibû qetilkirin, hat kirin. Xizmên windayan, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û rêveberên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de ewilî Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Saît Çaglayan axivî û bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş. Çaglayan girtina Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş û di nav cihan de bû û çend ro berê hatibû girtin, bi bîr xist û got ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Piştre Endamê Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Eren Baskin metna daxuyaniyê xwend û anî ziman ku mekanîzmaya ewlehiyê ya dewletê ku di rewşên bandorê li jiyana mirovan dike, di bin navê 'hêmanên herêmî an jî hesasiyeta herêmî' de li ser sîstemeke neqanûnî hatiye avakirin. Baskin da zanîn ku li Colemêrgê pêkanînên hêzên ewlehiyê yên neqanûnî, bi awayekî nebaş tê manîpulekirin û bi bêcezatiyê tê bi dawî kirin. Baskin bi domdarî wiha got: “Buyera Îslam Terkoglû jî bi vî awayî bê ceza hat hiştin. Terkoglû li herêma Oremar bi hevalê xwe Reşît Soydan re êzing komkiribûn û ji bo ku bînin navçeya Geverê wesayîta wan ji hêla leşkeran ve hatibû gulebaran kirin. Di encama vê yekê de Terkoglû jiyana xwe ji dest dabû û Soydan jî bi şanseke mezin tu zirar nedîtibû. Lê mixabin her çiqas serlêdan hatibin kirin jî dosyaya Terkoglû hat girtin û hemû serlêdanên malbatê jî hatin redkirin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÎZMÎR 
 
 
Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî li ber Sumerbanka kevn a navçeya Konakê ji bo aqûbeta windayan were ronîkirin û faîl bên girtin çalakiya ji du hefteyan carek li dar xist. 
 

Sernavên din

20/01/2025
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin