Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê

  • rojane
  • 09:06 18 Tebax 2024
  • |
AGIRÎ - Welatiyên ku bertek nîşanî Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ji DEM Partiyê îstifa kir dan, anîn ziman ku wan raya xwe daye DEM Partiyê û xwestin Bûdak demildest îstifa bike. 
 
Mehmet Alî Budak ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li navçeya Avkevirê ya Agiriyê (Taşliçay) ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû hilbijartin, di 9'ê Tebaxê de îstifa kiribû. DEM Partiyê der barê îstifaya Budak de daxuyanî dabû û gotibû, "Gelê Avkevirê wê Mehmet Alî Budak weke xayîn û tirsonek bi bîr bîne. Tenê hêviya gel ji wî ew e ku ji şaredariyê îstifa bike." 
 
Welatiyên Avkevirê bertek nîşanî Bûdak dan û diyar kirin ku Bûdak wan temsîl nake û jê xwestin ku demildest îstifa bike.
 
‘DIVÊ BÛDAK DEMILDEST ÎSTIFA BIKE'
 
Ji welatiyan Halîl Aladag diyar kir ku Bûdak îftira li DEM Partiyê kiriye û diyar kir ku ew Budak wekî îrade nabînin û divê demildest îstifa bike. Aladag da zanîn ku gotinên Budak ên beriya hilbijartinê û pratîka wî ya niha li hev nakin û wiha got: “Di daxuyaniya xwe ya îstifayê de, qaşo gef lê hatiye xwarin. Ev hemû bêbextî ne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe lîstikan çêdike. Budak di dema hilbijartinê de hat mala min û got ku ew ê ji bo van kesan bixebitin û divê her kesê xwedî wijdan vê hesasiyetê nîşan bide. Îro jî wî DEM Partiyê, partiya gel ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Bûdak wê weke xayîn û tirsonek bikeve dîrokê. Îro ji bo rê li ber Partiya DEM'ê bigire, buxtanan dike. Bûdak dibêje, 'Pergala hevserokatiyê li min ferz kirin.' Budak prensîbên vê partiyê dizane. Ji ber ku nehatiye hesabê wî, van tiştan înkar dike. Di nava sozên wî yên hilbijartinê de pergala hevserokatiyê jî heye. Ev hemû derew in. Em gelê Avkevirê Bûdak wekî îrade û nûnerê xwe nabînin. Eger rûmeta wî hebe wê  demildest îstifa bike."
 
Welatiyê bi navê Serkan Tekgul jî diyar kir ku Budak piştî îstifakirina xwe ji ber şîroveyên li ser medyaya dîjîtal telefonî wî kiriye û gef lê xwariye, wiha got: “Budak di pêvajoya namzetiyê û hilbijartinê de xwe wekî welatparêzek da nasîn. Birayê Bûdak, Ahmet Budak niha ji ber siyasetê di girtîgehê de ye û nêzî 80 sal ceza lê hatiye birîn. Dîsa hin xizmên wî ji ber siyasetê li sirgûnê ne. Dixwest bi bikaranîna vê rewşê milet bixapîne. Di pêvajoya hilbijartinê de ji raya giştî re eşkere nekir ku ew kesayetek çawa ye. Piştî ku bû şaredar dest bi buxtanan kir û bi kuştinê gef li hevşaredar Cemîle Dumanê xwar. Wekî ku Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî ragihand, Bûdak 'tirsonek û xayin e'. Sedema ku em vê dibêjin ew e ku ew bi kirina siyaseta alayê daxuyaniyên ku siyaseta demokratîk a DEM Partiyê îllegalîze dike. Piştî îstîfaya xwe ji hejmareke taybet telefonî min kir û ji ber rexneyên ku min li ser medyaya dîjîtal li wî kirin, gef li min xwarin. Ew bi xwe van gefan naxwe. Şêwirmendên Budak ên di nava dewletê de, vê dikin. Bûdak tirsonek e, xayin e û wek gelê Avkevirê em kesekî wiha nas nakin. Heta ji destê me bê em ê vê xiyanetê eşkere bikin."
 
‘MIN RAYA XWE NED ABÛDAK, MIN DA DEM PARTIYÊ'
 
Seher Dûman jî anî ziman ku ew Budak wekî şaredar nabînin û got ku wê dengê xwe nedaye Bûdak, daye DEM Partiyê. Dûman got: “Berî her tiştî me dengê xwe da wî ji ber ku ew namzetê DEM Partiyê bû. Ez 22 salî me û min cara yekem deng da. Min dengê xwe yê yekem da DEM Partiyê. Ger rûmeta wî hebûya dê ji şaredariyê îstifa bikira. Em ê xiyaneta Budak tu carî qebûl nekin. Bûdak ne şaredarê vî gelî ye. Eger hûn bi awayekî serbixwe bibin şaredar, çima we ev partî bi kar anî û hûn hatin ser wê kursiyê?" 
 
Welatiyê bi navê Seyfettîn Kizilkaya jî wiha got: “Mafê Budak nîne bi vîna gel bilîze. Diviyabû wî pratîkeke wiha nîşan nedana. Me dengê xwe da DEM Partiyê."
 

Sernavên din

19/08/2024
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin