32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê

img

AMED - Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ku ji bo Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku wê îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bang kir, got: “Em ê bi hev re bersiva pêvajoya heyî û cîhanê bidin." 

32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku her sal ji aliyê kurdistaniyên li Ewropayê ve tê lidarxistin, wê sibe bi dirûşmeya "Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin" bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de ku wê li Frankfurtê Rebstockpark bê lidarxistin, îsal li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên li ser gelê kurd peyamên berxwedan û hevgirtinê bên dayîn.
 
Yekemîn mîhrîcana kevneşopî di sala 1992'yan de li Stadyuma Bochum Ruhr a Almanyayê pêk hat. Ji wê gavê heya niha mîhrîcan tenê di sala 2020'î de ji ber Covîd-19'ê pêk nehat. Wekî par îsal jî wê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Kurdistanê (FCDK-KAWA) malovaniya mîhrîcanê bike. Tê payin ku ji her deverên Ewropayê gelek kes beşdarî mîhrîcanê bibe. 
 
Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever li ser girîngî û armanca mîhrîcanê axivî.
 
‘PEYAMÊN ME YÊN XURT HENE'
 
Sever diyar kir ku mîhrîcan wê îsal bibe qada ku li dijî tecrîd û dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin û got: "Em nêzî salvegera pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk' ku me daye destpêkirin, dibin. Mîhrîcan hem dê bibe fînala vê pêngavê û hem jî dê bibe qada ku pêngaveke nû bê destpêkirin. Di heman demê de em ê êrişên li Herêka Kurdistana Federe jî teşhîr bikin. Dê ji bo vê peyamên me yên xurt jî hebin."
 
BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ
 
Sever diyar kir ku hunermendên girîng ên ku nûnertiya çand û kesayetên siyasî yên kurd dikin wê beşdarî mîhrîcanê bibin û got: “Hunermendên me yên gelê kurd ên wekî Koma Rastak, Hozan Canê, Hozan Gulistan wê derkevin ser dikê. Nûnerên YNK'ê dê beşdarî mîhrîcanê bibin û peyamên yekîtiya neteweyî bidin, parêzerên birêz Abdullah Ocalan û Hatîp Dîcle jî dê li ser tecrîdê peyaman bidin. Em ê ji bo zarokan konê şano û dengbêjiyê jî vekin. Wê li ser platforma me cil û bergên gelêrî yên kurdî bên pêşandan."
 
TÊKOŞÎNEKE DI BIN TECRÎDÊ DE
 
Sever anî ziman ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîdê de têdikoşe û got ku hemû cîhan bi bêhiqûqiya li Îmraliyê dizane. Sever got: “Konseya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê rewşê bêdeng in. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li her qadê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan têbikoşin. 68 xelatgirên Nobelê jî li dijî tecrîdê daxuyanî dan. Ji xeynî vê gelê kurd û dostên wan ên li çar aliyê cîhanê li dijî tecrîdê bi çalakiyan bertekên xwe tînin zimên.”
 
BANGAWAZÎ
 
Sever da zanîn ku ew li bendê ne ku ji çar aliyê Ewropayê gelek kes beşdarî mîhrîcanê bibin û got ku bi sedan otobus dê gel veguhêzîne qada mîhrîcanê û xebatên wan ên di vê çarçoveyê de dewam dikin. Sever bi bîr xist ku dirûşmeya wan a îsal “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” e û wiha got: “Gelê kurd her tim li dora birêz Abdullah Ocalan bûye yek. Di vê pêvajoya dîrokî de em li dijî tecrîdê bi fedakariyeke mezin têdikoşin. Bi beşdarbûneke xurt a mîhrîcanê re, em ê bi hev re bersiva vê pêvajoyê bidin hemû cîhanê. Ez bang li gelê kurd û dostên wan dikim ku beşdarî vê mîhrîcanê bibin.”
 
MA / Delal Akyuz 
 
 

Sernavên din

11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa tê bibîranîn
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye