PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin

  • rojane
  • 10:10 21 Tebax 2024
  • |
img
DUHOK - Li herêma Behdînan ku operasyon û êriş lê zêde bûne, Tirkiye bi destê PDK'ê ji bo bangawaziya "teslîm bibe" "xeta qanehkirinê" û ji bo welatiyên tên binçavkirin jî "odeyên lêpirsînê yên hevpar" ava kirine. 
 
Tevî hemû piştevaniya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî di operasyon û êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe de encamên tê xwestin nayên bidestxistin. PDK'ê ku herêmên di bin kontrola xwe de ji hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê re vekiriye, dema ku hewldanên wê yên pêşengî yên ji bo bombekirin û valakirina jîngehan, zêdekirina baregehên leşkerî û danîna noqteyên kontrolê li ser rêyan encam negirt, serî li rêbazên nû da. Guhertoya nû ya banga “teslîmbûnê” ku di salên 1990’î de gelek caran hat ceribandin lê tu encam negirt, dîsa ji aliyê PDK’ê ve ket meriyetê. Bi talîmata desthilata AKP-MHP'ê ya ku li şûna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hêvî ji van pêkanînan dike, PDK'ê bi îstîxbarata tirk re li qadên operasyonê "xeta qanehkirinê" ava kir.
 
BEŞÊN TAYBET HATIN AVAKIRIN
 
Li qadên operasyonê yên ku gelê kurd wekî "dagirkerî û dagirkirinê" pênase dike, ji bo banga "teslîmbûnê" beşên taybet hatin avakirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ku ji nêz ve geşedanên li herêmê dişopînin hatine girtin, tîmên taybet ku PDK jî di nav de ye bang li hêzên HPG’ê dikin ku “Teslîmî dewleta tirk bibin”. Bang ji hêla bêtêlên ku dikevin frekansên bêtêlan yên ku bi taybetî hatine amadekirin tên kirin. Îstîxbarata PDK’ê, Parastin û MÎT van çalakiyan bi taybetî li herêma Garê ya herêma Behdînan ku operasyon lê zêde ne, dikin.
 
ZÊBARÎ LI SER VAN BEŞAN E
 
Di serî de beşa "xeta qanhekirinê" Berpirsê Îstixbaratê yê Hewalgirî Şimal Zubeyr Mehmûd û biraziyê Hoşyar Zêbarî û Rêveberê Herêma Akrê-Şêxanê Îslam Zêbarî ne. Bêtêlên taybet ên ji bo têkevin frekansên radyoyê her tim li ser rêyên ku hêzên HPG'ê lê ne digerin. Gelek caran di radyoyan de bangên “teslîmbûnê” tên kirin.
 
Endamên yekîneya PDK'ê yên bi bêtêlan bang dikin dibêjin, "Were bibînin, em vê derê bi dewleta tirk re bi rêve dibin, ma hûn naxwazin bibin parçeyeke vê yekê? Heke hûn bixwazin hûn dikarin werin li cem me bimînin. Em hemû dikarin li Kurdistana bi xweşî bijîn, an jî ger hûn bixwazin em dikarin bi dilxweşî di hemêza dilovan a dewleta tirk de bijîn." Gotina "Wekî soz dane destê xwe nadin we û hûn ê biçin cem malbatên xwe" balê dikişîne. 
 
ODEYÊN LÊPIRSÎNÊ YÊN HEVPAR
 
Çavkaniyên herêmî pêşketineke din a li herêmê parve kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî "Navenda koordînasyona hevpar" û "odeya parvekirinê ya îstixbaratê", “odeyên lêpirsînê yên hevpar" hatin avakirin. Li Tirkiyeyê welatiyên ku ji ber zextên dewletê diçin bajarên Herêma Federe yek bi yek bang li navendên Asayîşê tên binçavkirin. Kesên tên binçavkirin bi beşdariya personelên îstîxbarata tirk li "odeyên lêpirsînên yên hevpar" tên lêpirsîn. Ji wan der barê jiyana wan a xebatê û malbatên wan de gelek pirs tên kirin. 
 
Hat diyarkirin ku PDK û îstîxbarata Tirkiyeyê ji bo li herêmê “toreke sîxurtiyê ava bikin” lez didin xebatên xwe. Di çarçoveya planê de, bi rêya amûrên teknîkî yên tên bikaranîn, agahiyên mirovên welatparêz tên bidestxistin. Piştî ku agahiyên hatine girtin tên analîzkirin, ji bo şantaj û gefxwarinê tên bikaranîn û ferzkirina “sîxurtiyê” tên kirin. Kontrolkirina nasnameyan, serdegirtinên gundan, binçavkirin û girtin bi taybetî li herêma Behdînan di çarçoveya vê planê de cih digirin.
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

23/08/2024
10:14 Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin
10:14 Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
10:08 Dr. Polat: Divê li ber vîrusa ‘Sorika Meymûnan’ tevdîr bên girtin
09:49 Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin
09:25 Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne