NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê rojnameger Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin û li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîma cenazeyê tê li darxistin. Cenazeyê Tarayê dê piştî merasîma cenazeyê ber bi Êlihê ve were oxirkirin.
Beriya saetekê cenazeyê rojnamevan Gulistan Tarayê ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin. Cenaza ji bo merasîma cenaze were lidarxistin anîn li li Parka Azadî ya Silêmaniyeyê. Cenazeyê Tarayê dê piştî merasîma cenazeyê ber bi bajarê lê ji dayik bûye Êlihê ve were oxirkirin.
DERBARÊ MIJARÊ DE
Roja 23’yê tebaxê li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ji aliyê balefira bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê ve hatibû bombebarankirin. Di encama êrişê de her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 6 rojnamevanên din jî birîndar bibûn. Heman rojê cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatibû veşartin.