NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, beriya danişîna duyem nameyek ji raya giştî re nivîsî û wiha got, “Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne. Dê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadiyê’ belavî cîhanê bibe.”
Danişîna deyem a doza endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku dê di 28’ê Tebaxê de li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî bihata dîtin, ji ber nebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê, Hakim Amûzade hat taloqkirin.
Werîşa Mûradî ya ku beriya rûniştinê nameyek ji raya giştî re nivîsî, diyar kir ku ew li ser navê jinên ku têdikoşin derdikeve dadgehê û heya dawiyê dê fikrên xwe biparêze.
Nameya Werîşe Mûradî ku ji bo raya giştî nivîsiye wiha ye:
‘YÊN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN MÊTINGER TÊDIKOŞIN EM IN’
“Ez Werîşe Mûradî, di Tebaxa 2023’yan de dema ji Kirmanşahê diçûm Sineyê, ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatim girtin û li girtîgeha 209’an a Girtîgeha Sine û Girtîgeha Evînê demek rastî lêpirsîn û êşkenceyê hatim. Di 27’ê Kanûna 2023’yan de min xistin qawişa 209’an. Ez rastî êşkenceyê hatim û êşa jinên zehmetiyan dikşînin dizanim. Dema ku ez di beşa qawîşên jinan de mam, min bi jinên ku gelek çîrokên wan ên zehmet hebûn re têkilî danî. Ez bi jinan re me û her kêliya xwe bi jinên ku mexdûrên hişmendiya mêrsalar in re derbas dikim. Sîstemeke civakî, kevneşopî û dîrokî ya xwedî artêşeke mêtînger e ku dibêje ‘Bihuşt di bin lingên dayikan de ye’ û ‘bihuşt’ tenê di çarçoveya xizmetkirina jinê de bi kar tîne. Yên li dijî vê pergalê serî hildidin û li dijî polîtîkayên mêtingerî û qetilkirina jinan têdikoşin em in.
‘EM Ê TESLÎMÎ ŞÛRA QEDERÊ NABIN’
Mirovê zana gotibû, “Jin yekemîn neteweya hatiye dagirkirin e.” Em jî weke gelê vî neteweya ku hatiye dagirkirin; ziman, ol, netew, baweriya me çi dibe bila bibe, em di bedenek de xwedî ruhekî ne. Li dijî wan girtîgehên ku pêkanînên dijmirovî û zalim lê hene, aliyê me yê mirovî kulîlkan vedike, hêza me ya jinane di ezmûna mirovahiyê de bi serbilindî derdikeve. Yanî ‘Dem her çendî milek me biêşîne jî milek me nikare biêşîne.’ Di vê demê de dîrok berovajî dibe. Ev ‘neteweya yekem a hatiye dagirkirin’ teslîmî şûrê qederê nabe û têkoşîna jinan a di dîrokê de digihîjîne asteke din. Em bi hev re, mil bi mil li dijî tiştên diqewimin bi hevgirtineke ku tenê jin dikarin nîşan bidin, li ber xwe didin. Em jî mirov in, daxwaz, fêrbûn û tevgerên me cuda ne. Her yek ji me kesek ‘cuda’ ye lê li hemberî êrîşan em hemû ‘yek in.’ Li hemberî tiştên li ser me tên ferzkirin ruhê me helwest û qîrîna me heye.
‘EM DI AZADKIRINA JIYANÊ DE BIBIRYAR IN’
Em bi biryar in ku vê jiyanê azad bikin. Em bi biryar in ji vê jiyana zehmet bi taca azadiyê derkevin. Bi ezmûna xwe ya du sal berê me dît ku em dikarin vê ava bikin. Desthilatên baviksalar mirovahiyê anîn rewşeke wisa ku ne li dijî jinan, li dijî ajal, nebat, dar û xwezayê şerekî mezin heye. Me kokên destpêkê yên ji rêderketinê dît û em bi biryar in, em ê jiyanê bi destên jinan ji nû ve ava bikin. Theodor Adorno dibêje ‘Jiyana şaş rast nayê jiyîn.’ Em ê jî jiyana ‘rast, baş, bedew û azad’ ava bikin.
FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’
Li ser van dîwarên ku ji aliyê nêynûkên bi hezaran şervanan ve hatine kolandin, jiyana ku me ava kiriye û henaseya ku em digrin ji bo ‘jiyana azad’ e. Her tişt di çarçoveya yekitî û yekbûna ku li derdora ‘jiyana azad’ ava dibe de ye. Dadgeh ceza dide, pêkûtiyan dike, rêveberiya girtîgehê di nava sînoran de sînoran ava dike. Rayedar nêzikatiyên dermirovî û bi plan dimeşînin lê em ên ku di ferqa her tiştî de ne, li hemberî têkoşîna gelan dizanin ku çi hatiye serê ‘wan’ li ser rêya xwe dimeşin. Wê jin şêwe bidin dîroka vî welatî û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî cîhanê bikin.
Min di rûniştina ku di 4’ê mehê de hat dîtin de cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn protesto kir û parastina xwe pêşkeşî raya giştî kir. Min got heya ku dadgeh li dijî jinên ewqas bi nirx, vê biryarê bide ez ê jî ne li wir bim. Rûniştina di 4’ê mehê de ne rûniştina doza min bû. Darizandina hemû jinên ku ji bo canê xwe têdikoşin bû.
‘SEKNA JINAN DÊ SERKEFTINÊ BÎNE’
Ger li şûna min jineke din jî bûya dê bi heman awayê tevbigeriya. Rûniştina min taloq bû, niha dê di meha Îlonê de rûniştineke min a din çêbibe. Weke keseke ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dijî, min biryar da ez derkevim vê dadgehê, mafdarbûna xwe nîşan bidim û kesên di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rûmetyar bikim. Dibe ku dadgeh destûrê nede biaxivim an jî çûyîna min a dadgehê asteng bike û min nede axaftin. Ez dizanim ku ‘entrîkayên hiqûqî’ yên bi vî awayî bi hêsanî tên meşandin. Weke nûnera şervanan û kesên di lêgerînê de ne, ez ê li pêşberî dadgehê bisekinim. Her çiqas mafê axaftinê nedin min jî li wê derê sekinandina min wê bibe nîşaneya biryardariya min û biryardariya me ya ji bo daxwaza edalet û wekheviyê. Em li ku derê bin bila bin cihekî me yê alîgiriya mirovbûn, azadî û bedewiyê heye. Weke dema di nava xwezayê de dijiyam, dema li dijî DAÎŞ’ê di nava şer de bûm an jî bi azadî têdikoşiyam û niha, di bin prangayên artêşeke ne adil de jî ez ê sekna xwe ya azadîxwaz bidomînim û biparêzim. Sekna jinan a li hemberî pêkutiyên baviksalar dê ji bo mirovahiyê serkeftinê bîne.
Dê mirovahî bi serbikeve
Jin Jiyan Azadî.”