ŞIRNEX - Ji bo endama YJA Starê Zeynep Aslan ku li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, şîn hate danîn.
Endama YJA Starê Zeynep Aslan (Mîtra Manî) di 6’ê Cotmehê de li herêma Xakûrkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zeynep Aslanê li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê şîn hate danîn. Şîna Zeynep Aslan bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) hate ziyaretkirin.
Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li serdanê bûn. Ziyaretvanan ber bi cihê şînê ve meşek li dar xistin. Girseyê sersaxî ji malbatê re xwest û herî dawî jî dua xwendin.