Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e

  • jin
  • 09:01 15 Mijdar 2024
  • |

AMED - Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîrê tayînkirina qeyûman wekî "Ev polîtîka polîtîkaya dijminatiya kurdan e" nirxand û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî got: "Armanca qeyûman ew e ku civakeke yekreng û yekzayend bi rê ve bibin."

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya "Gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dest bi kampanyaya ku wê salekê dewam bike kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê ên ku beşdarî civîna deklarasyonê ya kampanyayê bûn û ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, qeyûm û tayînkirina qeyûman nirxandin.
 
Sonukê anî ziman ku desthilat her heyamê bi hincetên pûç qeyûm tayînî şaredariyan dike û got ku ev êriş li dijî hevserokatiyê ne ku qeyûm wê wekî "modela azadiyê" pênase dike. Sonukê destnîşan kir ku jin xwe di rêveberiyên bi pergala hevserokatiyê de wekhev dibînin û got: "Ev yek ne tenê ji bo jinan, ji bo astengdaran jî li bajarên ku bi perspektîfa jinê hatine avakirin, hawirdoreke jiyanê ava dike. Her wiha hemû bawerî û nasnameyên xwe li bajaran vederkirî hîs dikin, xwe bi rihetî di nava wan rêveberiyan de tînin ziman." 
 
Sonukê anî ziman ku zayendperestî û netewperestî bi polîtîkaya qeyûman vejiyane û wiha got: "Girtina saziyên jinan yek bi yek ji aliyê qeyûm ve, girtina hemû mal û saziyên piştgiriyê yên bi zimanê zikmakî xizmetê dikin, li bajaran daxistina tabelayên pirzimanî û li şûna wan bicihkirina tabelayên yek zimanî... Armanca qeyûman ew e ku civakê bi yekrengî û yekzayendî û yekaqilî bi rê ve bibe." 
 
'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'
 
Sonukê destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî li dijî civaka ku desthilatên tekparêz û zayendperest dixwazin ava bikin, ji bo avakirina bajarên wekhev û hestiyar ên li ser bingeha wekheviya zayendî girîng in û got: "Li şûna me qeyûm hatin tayînkirin. Ma em ê dest ji têkoşînê berdin? Nexêr. Ger hewce be eê pêwendî bi deh jinan re deynin, em ê deynin. Ger hewce be em pêwendî bi hezar jînî re deynin, em ê deynin. Heya taqet di lingên me de hebe, em ê di meşan de cih bigirin. Heya bîra me têr bike, em ê zanyariyên xwe ragihînin." 
 
'POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ YE'
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîrê jî diyar kir ku cara sêyemîn e tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan û israrkirina li ser vê polîtîkayê nêzîkatiyeke dagirkeriyê ye û got: "Dijminatiya li gelê kurd e. Naxwazin gelê kurd di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî îrade. Ji ber vê yekê jî ev polîtîka dijminatiya li hemberî kurdan e.”
 
Demîrê bi bîr xist ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin, ewilî cihên êriş kirinê cihên jinan bûne û wiha got: "Hemû saziyên jinan girtin. Nehiştin ku jin bixebitin. Li cihê ku xebat ji bo jinan hebû, kirin hedef. Heman nêzîkatî îro jî didome. Gava di 4'ê mehê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin, di nava 2 saetan de xebatên me yên ji bo jinan asteng kirin. Di 8 salan de tu guherînek di vê ferasetê d eçênebûye. Lê di 8 salan de xebatên civakî, xebatên jin û zarokan qet nesekinîn, wê ji niha û pê ve jî bidomin. Dibe ku saziyên me tune bin, lê hêza me ya jinan heye. WÊ xebatên me bidomin. Em ê bi biryartir û bihêztir xebatên xwe yên jinan bidomînin."
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

04/12/2024
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan