NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî bajarê Surê yê li başûrê Lubnanê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê têkildarî êrişên dawî daxuyanî da. Wezaretê da zanîn ku di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî bajarê Surê ku dikeve başûrê Lubnanê, 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne.
DI ÊRIŞAN DE 3 HEZAR Û 481 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî daneyên wezaretê, ji 8’ê cotmeha 2023’yan heta niha 896 jê zarok û jin û 210 jê xebatkarên tenduristiyê bi giştî 3 hezar û 481 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 hezar û 786 kes jî birîndar bûne.
KESÊN JI WARÊN XWE HATINE DERXISTIN
Pêla koçberiyê ya ji başûrê welêt jî didome. Li gorî daneyên NY’ê, ji ber êrişên Îsraîlê heta niha milyonek û 400 hezar kes koçber bûne. Hikûmeta Lubnanê jî got ku ji kesên ji warên xwe bûn zêdetirî 600 hezar jê çûne Sûriyeyê.