STENBOL - Polîsan bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenuytê de girtin.
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenuyrt a Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin partiyiyan ketin hundir, qilfeya derî jê derxistin û wisa ketin ketin hundir. Polîsan, wêneyên di avahiya partiyê de, flama û pirtûk avêtin erdê û lêgerîna wan heta saet 11.00’ê berdewam kir. Piştî lêgerînê jî hinek wêne û pirtûk hatin desteserkirin.
Di heman demê de Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kirin.