BEDLIS - Kesê bi navê Cîhan Oral li Bedlisê bi ser mala Ayşe Înceyol de girt û 3 kes qetil kir. Bi ser komkujiyê re 8 meh derbas bûn lê faîl Oral hêj nehatiye girtin.
Kesê bi navê Cîhan Oral (35) li navçeya Motkî ya Bedlisê welatiya bi navê Ayşe Înceyol (27) revand, tundî lê kir û piştre jî tecawiz kir. Înceyol, xwe ji destê faîl Oral xelas kir û hate cem malbata xwe. Lê belê faîl Cîhan Oral û kesekê nasnameya wî nehat zanîn di şeva 9’ê adarê de bi ser mala Înceyolê de girtin. Di serdegirtinê de faîlan bi çekan û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytullah Înceyol hatin qetilkirin. Dayika Înceyolê ya bi navê N.Î. jî bi giranî birîndar bû.
FAÎL NEHATE GIRTIN, DOZ NEHATE VEKIRIN
Faîl Cîhan Oral ku 3 endamên malbata Înceyolê qetil kir, ev 8 meh in hêj nehatiye dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê derheqê Cîhan Oral ê di demên berê de Înceyol revandibû de ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” doz vekiribû. Yekemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hate lidarxistin. Dadgehê bi mehan piştre derheqê faîl Oral de biryara girtinê da û danişîna dozê taloqî 12’ê kanûnê kir.
Her wiha hat zanîn ku hêj niha jî ji ber qetilkirina 3 kesan li Oral tu doz nehatine vekirin.
ÇI BÛBÛ?
Kesê bi navê Cîhan Oral ê li gundê Tirmêtê yê navçeya Têlî ya Mûşê dijiya, jina bi navê Ayşe Înceyol revand. Demekî dirêj tundî li Înceyol kir û destdirêjî lê kir. Înceyol jî bi awayekî reviya û xwe spart mala malbata xwe ya li bajarokê Kavakbaşi yê Bedlisê. Di 9’ê adarê di saetên şevê de faîl Cîhan Oral û kesekê pê re ku rûyê xwe girtibû, bi ser mala malbatê de girtin. Malbatê derî lê venekirin û li ser vê yekê Cîhan Oral û kesê li gel wî ji paca mitbaxê ketin hundir û biçekan û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytullah Înceyol hatin qetilkirin. Dayika Înceyol, N.Î. jî bi giranî birîndar bû. Kujer Cîhan Oral û kesê pê re piştre ji cihê bûyerê reviyan.