AMED - Rojnameger Namik Taranci di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranci di 20’ê mijdara 1992’yan de ji hêla hîzbîkontrayê ve hatibû qetilkirin. Taranci, di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hate bibîranîn. Hevjîna Taranci, Derman Taranci, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek û hempîşeyên wî tev li bîranînê bûn. Beşdaran, wêneyê Taranci, rojnameya Evrenselê û çîçek danîn ser gorê.
Xebatkara rojnameya Evrenselê Elîf Ekin di bîranînê de wiha got: “Ew kurdekî sosyalîst bû. Ji bo gelê kurd û mafên wan têdikoşiya. Ji bo dîtina kujerên Mûsa Anter li eniyên herî pêş cih digirt.”
'EM KUJERAN DIZANIN Û NAS DIKIN’
Hevjîna Taranci, Derman Taranci jî diyar kir ku hevjînê wê li gel rojnamevantiyê, her wiha şoreşger bû. Taranci, wiha domand: “Em careke din soz didin wî ku dê rêhevalên wî têkoşîna wî bidomînin. Em îro hatin serdana gora xwe lê hêzên îktîdarê goristan dorpêç kiriye. Ev yek nîşan dide bê ka çiqasî ditirsin.”
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek jî rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr xist û wiha axivî: “Em kujerên wan nas dikin û dizanin. Van kujeran rêhevalên me şehîd kirin. Weke çapemeniya azad em ê peywira wan pêk bînin û soz didin ku dê tu caran dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”