Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn

  • rojane
  • 13:24 25 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryara wezareta karên hundir li 5 şaredariyên DEM Partiyê û li 2’yên CHP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Karê ewil ê qeyûman jî bû hedefgirtina kurdî û navendên jinan. 

Îktîdara AKP-MHP’ê piştî hewldana derbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, bi sererastkirineke qanûnî re rêya tayînkirina qeyûman vekir. Piştî vê guherînê, di sala 2016’an de li şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di sala 2019’an de jî li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûm tayîn kir. Sepana qeyûman, piştî hilbijartina 31’ê adara 2024’an jî berdewam kir. 
 
Bi biryara wezareta karên hundir re di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Piştre jî li Şaredariya Esenyurtê ku bi rêya “Lihevkirina bajar” hatibû qezenckirin û di bin rêveberiya CHP’ê de bû, qeyûm hat tayînkirin. Di 4’ê mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin. Herî dawî di 22’yê mijdarê de jî li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê û li Şaredariya Pulurê ya CHP’î qeyûm hatin tayînkirin. 
 
Qeyûmên li şaredariyên DEM Partî û CHP’ê hatin tayînkirin weke karê ewil şaredarî veguherandin qereqolan. Qeyûman, dora avahiyên şaredariyan bi bariyerên hesin û betonê dorpêç kirin. Demekî kin piştre jî êrişî kurdî û saziyên jinan kirin. 
 
COLEMÊRG
 
Li şûna Hevşaredarên Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe, waliyê bajar Alî Çelîk hate tayînkirin. Dora şaredariyê bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin. Cîhazê X-Rayê û polîs li ketina şaredariyê hatin bicihkirin. Malpera şaredariyê hate guherandin û hemû peyvên bi kurdî hatin jêbirin. Meclisa şaredariyê hate feshkirin û ketina endamên meclisê ya şaredariyê hate qedexekirin. Gelek kesên DEM Partiyê girtibû kar jî ji kar hatin derxistin. 
 
ESENYURT 
 
Dora Şaredariya Esenyurtê bi bariyerê polîsan hate dorpêçkirin. Qeyûm Can Aksoy demekî kin piştî biryarê çû odeya meqamê û wêneyê xwe parve kir. Aksoy ê wêneyên Erdogan li odeya xwe daliqand, nehişt endamên meclisê bikevin hundir. Kesên tayînkirina qeyûm protesto kirin jî rastî tundiya polîsan hatin. Gelek peywirdarên şaredariyê ji peywirê hatin girtin û li şûna wan xebatkarên qeymeqamtiyê hatin bicihkirin. 
 
MÊRDÎN
 
Waliyê bajar Tuncay Akkoyun weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin. Qeyûm, şaredarî veguherand qereqola polîsan. Li pêşiya şaredariyê TOMA û wesayîtên bizirx hatin bicihkirin. Li avahiya şarederiyê kamerayên nû hatin bicihkirin. Gelek rêveberên di dema DEM Partiyê de hatin peywirdarkirin ji peywirê hatin girtin û li şûna wan kesên ji saziyên fermî hatin bicihkirin. 
 
Qeyûm Akkoyun weke karê ewil wêneyê xwe li malpera înternetê ya şaredariyê bar kir. Piştre jî wêneyê Erdogan li şaredariyê daliqand. Qeyûmê ku nehişt civîna Meclisa Şaredeariyê were lidarxistin, tevî hevşaredaran nehişt nêzî 40 kes bikevin şaredariyê. Hesaba Instagramê ya bi zimanên kurdî, tirkî, erebî û suryankî jî hate girtin. 
 
XELFETÎ
 
Qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê Hakan Başoglû jî bi barkirina wêneyên xwe ya li malperên şaredariyê dest bi kar kir. Ji hesaba şaredariyê ya X’ê nivîsên bi kurdî kurdî jê bir. Piştî bertekan dîsa ew gotin lê bar kir. Şaredarî veguherand qereqolê. Nehişt endamên meclisê bikevin şaredariyê. Kolana 15 esnaf lê ne bi bariyetan girt. 
 
ÊLIH
 
Waliyê bajar Ekrem Canalp weke qeyûm li Şaredariya Êlihê hate barkirin. Tevahiya rêyên diçin avahiya şaredariyê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Li ser malpera înternetê kurdî hate jêbirin. Derheqê karkerên tev li proetestoya qeyûm bûn lêpirsîn da destpêkirin. Afîşa “Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat” li ketina şaredariyê daliqand. Cîhazê X-Rayê yê di serdema DEM Partiyê de hatibû rakirin dîsa anî. Polîs di ketina şaredariyê de kontrolê dikin û koordînatora jin a Midûriyeta Jinan a girêdayî Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê j peywirê girt. Li şûna wê psîkolog Recep Taşkin peywirdar kir. Ji tabeleya Kompleksa Werzîşê ya Jinan nivîsa bi kurdî rakir. Li şûna wê bi tirkî tabeleya “Kompleksa Şaredariya Êlihê” daliqand. Li şûna rengên xemrî, rengên sor û spî bi kar anî. 
 
DÊRSIM Û PULUR 
 
Rêyên ber bi şaredariyên Dêrsim û Pulurê ve diçûn bi bariyerên beton hatin girtin. Waliyê bajar Bulent Tekbiyikoglû navê şaredariyê li şûna “Dêrsimê” weke “Tuncelî” guherand. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

02/12/2024
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e