'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'

  • jin
  • 14:30 25 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê diyar kir ku di sala 2023’yan de herî zêde tundî li girtîgehan hatiye kirin. 

Pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê rapora torê ya ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî amade kiribûn, li Komeleya Jinan a Rosayê parve kirin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merve Karadaş daxuyanî xwend. 
 
Merve Karadaş diyar kir ku zêdebûna daneyên tundiyê yên di navbera 2023-2024'an cihê fikaran e. Merve Karadaş, wiha got: “Serlêdanên ku me girtine nîşan didin ku tundiyên nû yên weke tundiya dijîtal, qadên jiyanê yên jinan teng û kontrol dikin. Di sala 2024’an de li Amedê 9 kuştinên jinan di çapemeniyê de hatin weşandin, lê hejmara rast ji vê zêdetir e. Kêmasiyên di pêkanîna zagona bi hejmara 6284’an de ku mafê jiyanê yê jinê diparêze û biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê faktorên sereke ne ku tundiyê zêde dike. Li welatekî ku edalet pêk nayê û polîtîkaya bêcezakirinê dewam dike, jin nikarin xwe bigihînin edaletê û her cure tundî berbelav dibe. Rastiya ku sûcdar bi giranî bê ceza dimînin, bi taybetî di kuştinên li dijî jinan de, yek ji sedemên sereke yên vê zêdebûnê ye."
 
‘TUNDÎ HERÎ ZÊDE LI GIRTÎGEHAN TÊ KIRIN’ 
 
Bi domdarî Merve Karadaş anî ziman ku herî zêde li girtîgehan tundî tê kirin û wiha pê de çû: “Li Girtîgeha Jinan a Amedê, girtiyên jin bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî, muameleya xerab rû bi rû dimînin. Nehiştina dermankirina girtiyên nexweş û taloqkirina înfaza keyfî mînakên zelal ên binpêkirina mafê jiyanê ne."
 
SEPANÊN QEYÛMAN
 
Merve Karadaş wiha domand: “Divê Peymana Stenbolê vegere û polîtîkayên li ser esasê wekheviya zayendî bên meşandin. Divê zagona bi hejmara 6284’an bi bandor were bicihanîn û li gorî hewcedariyên takekesî tedbîrên parastinê bên amadekirin. Divê sepandina reftarên baş û daxistina provokasyonên neadil li ser sûcdarên jinan û sûcên nefretê bê rawestandin. Divê derziya HPV bêpere bê çêkirin û xizmetên tenduristiyê yên jinan bên xurtkirin. Divê rêziknameyên ku mafên destûrî yên LGBTI+ garantî dikin bên çêkirin û li dijî sûcên nefretê bi awayekî bi bandor têkoşîn bê kirin. Divê hejmara stargehên jinan bên zêdekirin, zerarên ku ji ber polîtîkayên qeyûm li jinan tên ji holê bê rakirin. Divê destdirêjiya darazê ya li dijî parêzvanên mafên jinan bi dawî bibe; Divê azadiya jinê ya rêxistinî û îfadeyê bê parastin.
 
DIRÛŞMA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ NAYÊ QEDEXEKIRIN 
 
Îro em careke din diqîrin; Ji bo rawestandina tundiya li ser jinê, li dijî zilma baviksalarî û pêkanîna wekheviya civakî divê em têbikoşin. 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê dirûşme ye; sembola jiyan, azadî û berxwedanê ye. Hûn nikarin vê dirûşmê qedexe bikin an jî bêdeng bikin. Bêyî jin azad bibe civak azad nabe. Bi vê minasebetê em spasiya hemû kedkarên çapemeniyê yên ku ji bo gihandina dengê jinan dixebitin dikin."
 
Daneyên di raporê de wiha ne: 
 
“* Tundiya psîkolojîk: Hezar û 204
 
* Tundiya aboriyî: 861
 
* Tundiya fîzîkî: 969
 
* Tundiya zayendî: 265
 
* Tundiya dijîtal: 261
 
* Mobbîng: 334
 
* Kuştinên biqesdî: 2
 
* Hewldanên kuştina Biqesdî: 2
 
* Hewldana întîharê: 26
 
* Îşkence û muameleya xerab: 6
 
* Ferzkirina sîxûrtiyê: 7
 
* Zexta hêzên ewlekariyê: 7
 
* Grevên birçîbûnê: 8
 
* Binpêkirinên li girtîgehan: 3
 
* Serdegirtinên malan: 1
 
* Sirgun: 2
 
* Binpêkirina mafê tenduristiyê: 1”
 

Sernavên din

02/12/2024
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e