NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna baran û berfê, Amedê jî di nav de hişyarî da gelek bajarên bakurê Kurdistanê.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 5’ê kanûnê parve kir. Li gorî raporê; li bendê ne li Amed, Dîlok û Rihayê barîneke zêde ûl i Xarpet, Mûş, Çewlig û Agiriyê jî şilope û berf bibare.
Tê texmînkirin ku li deverên bilind ên Herêma Serhedê şilope û berf bibare.