WAN - Xelkê Wanê bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a têkildarî mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan dan û gotin ku dê vê biryarê û neheqiyê qebûl nekin.
3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind têkildarî biryara derheqê îadekirina mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan biryar da û bi îdiaya “bêusûliyê” betal kir. Dosya, ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re hate şandin û dê bê lêkolînkirin. Xelkê Wanê têkildarî biryarê axivî û bertek nîşan da.
'QEYÛM ŞÊLANDIN E’
Îskender Yurt, diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind dibe ku weke hinceta tayînkirina qeyûm were nîşandan û wiha got: “Em ê rê nedin vê rewşê. Em qeyûman naxwazin. Ma hevşaredarên me çi kiribûn ku ji peywirê girtin? Ya ku tê kirin zodestî ye. Em xwedî li îradeya xwe derketin û bi ser ketin. Me mîna wan dizî nekir. Me deynên qeyûm dît. Careke din jî ji bo Wanê heman tişt kirin lê me bi berxwedana xwe rê neda. Hewce bike em ê dîsa heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Mehmet Başaran jî got; “Îktîdar neheqiyê li kurdan dike. AKP’ê bêyî hîleyan yek tiştek bi dest nexistiye. Hemû çavkaniyên welêt xwar û tune kir. Aborî têk çû, bûdçeyê em dizanin ji ku re xerc dike. Tenduristî, aborî, perwerde, edalet, hiqûq, her tiştek tune kirin. Em qeyûman şermezar dikin û qebûl nakin. Qeyûm, şêlandin e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Xizmeta şaredariyên DEM Partiyê kirin wan ji destpêka komarê heta niha nekirine. Tehemûla wan a ji bo xizmetê tune ye. Êdî bes e.”
‘KESEK VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NAKE’
Resûl Koç jî got; “Min dengê xwe dabe kê bila ew min birêve bibe” û wiha pê de çû: “Bila kesên îktîdar ferz dike me birêve nebin. Ev heqarete li gelê kurd. Heke qeyûm tayînî Wanê bikin; em ê dîsa xwedî li vîna xwe derkevin. Ji roja ev partî hatiye avakirin heta niha ez têdikoşim û dê her têbikoşim.”
Abdî Akkoyun jî got ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd hatiye xespkirin, ev yek weke heqaret nirxand û got ku heke qeyûm were tayînkirin ew ê li kolanan li ber xwe bidin û xwedî li îradeya xwe derkevin.
BAL KIŞAND SER ‘BERXWEDANÊ’
Kemal Aslan njî li dijî sepana qeyûman derket û got: “Em qeyûman qebûl nakin û nas nakin. Em êdî bêdeng namînin. Dê têkoşîna me ya li dijî neheqiyan bidome. Em bimrin jî dê paşvegavê neavêjin û têbikoşin. Dê heqê xwe bipaêzin.” Şemsettîn Şîpal jî got ku wî dengê xwe nedaye qeyûman lê daye DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Ya ku tê kirin bêhiqûqtî û heqaret e. Dawî li polîtîkaya qeyûm bînin. Aştî û qeyûm bi hev re nabin. Divê dev ji van polîtîkayan berdin.”
'EM Ê QEBÛL NEKIN’
Husnu Gurkan jî bi lêv kir ku îktîdarê aramî, edalet û hiqûq ji holê rakiriye û wiha got: “Qala xwişk-biratiyê dikin lê bêhiqûqtiyê li kurdan dikin. Axaftina rastiyan qedexe ye. Li vî welatî ne heq ne jî hiqûq heye.” Adem Çelîk, jî got: “Wan dê mîna berê dîsa xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê her kesên ji xwe re dibêjin muxalîf jî dengê xwe derxîne. Xespkirina îradeyê zilm e. Em ê li dijî vê xespê heta mirinê li ber xwe bidin.”
Mûstafa Acar jî tiştên tên kirin weke neheqî nirxand û got ku gelê Wanê dê tayînkirina qeyûm qebûl neke û heta dawiyê li ber xwe bide.
Du welatiyên nexwestin navên xwe bidin jî gotin ku îktîdar çi bike jî dê gelê kurd xwedî li îradeya xwe derkeve, dê li ber xwe bide.
MA / Mazlum Engîndenîz - Ozlem Yacan