NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarankirina gundên li rojavayê Minbicê de 2 xwişk û bira hatin qetilkirin.
Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê gundên El Bûxaz û Ewselcî yên li rojavayê Minbicê bombeberankirin. Di bombeberanê de xwişk û birayên hev jina bi navê Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed hatin qetilkirin.
Îro piştî nîvro jî di êrişa li ser gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) hatibû qetilkirin û jina bi navê Seida El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.