COLEMÊRG - Li Colemêrgê gelek rêveberên AKP’î û xizmên wan li hotêla li Navenda Liyanê ya Mêrga Bûtanê girtin kar.
Hat zanîn ku Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Colemêrgê komeke rêveberên AKP’î û xizmên wan ku 30 kes in, li hotêla li Navenda Liyanê ya Mêrga Bûtanê girte kar. Di nava kesên girtine kar de rêveberên AKP’î Denîz Akar, Kadîr Çelîk û Oya Îrden, kurê Naîf Karaman ê AKP’î, Sekretera Bajar a AKP’ê Necla Kuşar û nivîsgehê taybet ê Serokê AKP’ê yê Bajar Zeydîn Kaya jî heye.