WAN - Rêxistinên civaka sivîl, sendîka û rêxistinên pîşeyî bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li Wanê hatin gel hev û gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê, Baroya Wanê, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyaran (TMMOB) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê starta çalakiyan a bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dan.
‘LI TIRKIYEYÊ KRÎZÊN PIRALÎ HENE’
Daxuyanî, li Kolana Hunerê hate dayin. Koordînatorê Naenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Necdet Ceyhan diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzên piralî hene û her çend hatibe gotin ku OHAL hatiye rakirin jî ji 2016’an ve welêt bi rejîma OHAL’ê tê birêvebirin. Ceyhan, anî ziman ku ji ber ku di pirsgirêka kurd de şer tê tercîhkirin, di sala 2024’an de gelek binpêkirin hatine jiyîn. Ceyhan, anî ziman ku binpêkirinên mafên mirovan û pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê roj bi roj mezintir dibe û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê krîzên piralî yên Tirkiyeyê neyên çareserkirin.”
Di berdewama axaftina xwe de Ceyhan tayînkirina qeyûman bi bîr xist û got ku bi vê yekê re mafên azadiya xweîfadekirinê, mafên bijartin û hilbijartinê hatine binpêkirin. Ceyhan, diyar kir ku weke 7 saziyên di qada parastina mafan de dixebitin, Hefteya Mafên Mirovan a îsal diyarî xelkê Miksê dikin ku hevşaredarên wan ji peywirê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hate tayînkirin.
GIRTÎGEH Û GIRTIYÊN NEXWEŞ
Bi domdarî Ceyhan bal kişand ser rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş û anî ziman ku di serî de mafê jiyanê, hemû mafên girtiyan tên binpêkirin, girtîgeh veuherîne îşkencexaneyan, rewşa girtiyên nexweş wijdana civakê diêşîne û xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ceyhan, got ku divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê bên rakirin û ji bo tecrîda li Îmraliyê jî ev tişt anî ziman: “Tevî bi hezaran serlêdanên parêzeran jî ev 45 meh in nahêlin Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin û hiqûqeke keyfî li wir di meriyetê de ye.”
‘BI ROJAVA RE NE DIJMINATIYÊ LÊ GUFTÛGOYÊ PÊŞ BIXIN’
Herî dawî jî Ceyhan bal kişand ser polîtîkayên şer ên li dijî gelê kurd û anî ziman ku divê Tirkiye pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike, li şûna şer rêbaza muzakereyan biceribîne, li dijî kurdên li Rojava têkiliyên baş pêş bixe û ne dijminatiyê lê bi Rojava re guftûgoyê pêş bixe.