NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 14 endamên koma paramîlîter a SMO’yê ku girêdayî dewleta tirk in hatine girtin û panzêrek jî hatiye rûxandin.
Ji şevê din heta niha li navenda Minbicê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û koma paramîlîter a bi navê SMO’yê de ku girêdayî dewleta tirk e, şerekî dijwar diqewime. Pira Qereqozakê ya di navbera Kantona Firat û Kantona Minbicê de, gundê Qereqozaqê û bajarokê Sirînê jî gelek caran bûn hedefên êrişên SÎHA’yên dewleta tirk.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; li herêma Dêr Hafirê 2 wesayîtên komên paramîlîter hatin îmhakirin. Li navenda Minbicê jî panzêreke bi tîpa 1 BMB û wesayîtên zirxî ji hêla şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin hedefgirtin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan 14 SMO’yî sax girtine.
Li gelek herêman şer bi dijwarî didome.