ENQERE - Kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de hatin qetilkirin, di meha 110’emîn de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di bîranînê de axivî û wiha got: “Yên duh DAIŞ xweyî dikirin îro jî li Rojava bi çeteyên din re hevkariyê dikin.”
Di 10’ê Cotmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Gara Enqereyê kir. Di êrişê de 104 welatî hatin qetilkirin. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di meha 110’emîn de hatin bibîranîn. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê li pêşiya Gara Enqereyê bîranîn li dar xist û daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. Li qadê pankarta “Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê” hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî wekheviya gelan” û “Na ji şer re aştî a niha” hatin berzkirin.
Hevberdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan ji ewil axivî û kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Seylan, anî ziman ku ew ked, aştî û demokrasiyê dixwazin û dê alaya kesên jiyana xwe ji dest dayin li vê qadê her li ba be.
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik jî wiha got: “Pêdiviya vî welatî bi xwişk-biratiyê, bi rêzgirtinê û bi aştiyê heye. Hûn mecbûr in guh bidin van daxwazên me. Ma hûn ê bi kuştin û şer terbiye bikin?”
‘EM LI CEM ÎDEAL Û GOTINÊN WAN IN’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî anî ziman ku kesên li Gara Enqereyê jiyana xwe ji dest dayin ji bo parastina aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatibûn qadê û ew jî li gel îdeal û gotinên wan in.
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî bal kişand ser pêvajoya darazê ya komkujiyê. Sumeyye Boz, diyar kir ku 10’ê Cotmehê yek ji rojên reş e û ev tişt anî ziman: “Bi komkujiyeke hovane ya DAIŞ’ê re xwestin dengê aştîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwazan qut bikin. Aliyê necezakirina faîlên vî sûcê li dijî mirovahiyê û xelatkirina wan a bi polîtîkaya necezakirinê, em bêhtir êşandin. Yên ku duh DAIŞ xweyî kirin îro dîsa li Rojava bi van çeteyan re hevkariyê dikin. Lê mîna duh îro jî dê kesên aştiyê diparêzin, ji bo aştiyeke birûmet têdikoşin, kesên azadîxwaz û ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demkratîk dê dengê xwe billind bikin. Ev berxwedan dê mezintir bibe û bidome.”