NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da û got ku ew amade ne li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin û bi aliyan re hevkariyê bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, li ser hesaba xwe ya X’ê têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Di dema metirsiya rêxistina DAIŞ’ê ya 2015’an de, me ji bo parastina termê Silêman Şah alîkarî kir û term ji cihê wê veguhest herêma Aşmê. Îro jî em diyar dikin ku em pabendî parastina cihên dîrokî ne û amade ne bi tevahî aliyên têkildar re hevkariyê bikin ku wê termê vegerînin cihê wê yê berê da ku li gorî lihevkirinên navneteweyî yên berê be û rêz ji tevahî mîrasa çandî re were girtin.”