MÊRSÎN – Endamê OHD’ê parêzer Lokman Şaman bal kişand ser “Mafê hêviyÊ” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê sepanên dermirovî yên li Îmraliyê bi dawî bibin.
Di 18'ê adara 2014'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku cezayê girtîgehê yê giran ê heta hetayê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bêyî ku mafê berdana bi şert bê dayîn, li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
Li gel ku 10 sal derbas bûne jî li gorî biryara DMME'yê Tirkiyeyê ti gaveke qanûnî neavêtiye. Piştî ku biryara "Mafê hêviyê" ya AÎHM'ê nehat bicihanîn, parêzerên Abdullah Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û ji Tirkiyeyê xwestin ku gavên pêwîst bavêje. Lijneya Wezîran ev rewş xist rojeva xwe û heta 25ê îlona 2025’an dem da Tirkiyeyê û bi bîr xist ku divê sererastkirinên qanûnî bê çêkirin.
Yek ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Mêrsînê Lokman Şaman, têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û "Mafê hêviyê" axivî.
MAFÊ HÊVIYÊ
Parêzer Şaman got ku tecrîda li Îmraliyê bandoreke neyînî li aborî û siyaseta welat dike, divê tecrîd were bidawîkirin û got, “ Vê rewşê bandorek pir xirab li ser civakê kiriye. Bi taybetî bandoreke cidî li girtîgehên tîpa Y û S dike. Civak bi zîhniyeta cudaxwaz hatiye îzolekirin û ev jî bûye sedema zehmetiyên aborî. Em bi zelalî bandorên neyînî yên tecrîda civakî û aborî dibînin. Ji bo vê em difikirin ku divê pêşî tecrîd bê rakirin û piştre jî mafê hêviyê bê nîqaşkirin. Mafê hêviyê rêziknameyek e ku rê dide girtiyê ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn piştî demekê di girtîgehê de maye di bin çavdêriyê de were berdan. Lê li Tirkiyeyê mafê hêviyê tenê bi sînordarkirina hin sûcan tê pêkanîn. Qanûna ku di sala 2004’an de ket meriyetê, destnîşan dike ku girtî bi taybetî kesên ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn heta mirinê di girtîgehê de dimînin. Ev pêkanînek dijmirovahî tê dîtin û DMME vê rewşê wekî 'îşkence û muameleya xerab' bi nav dike.”
BANGA JI BO ‘MUXALEFETA BIHÊZ’
Şaman balkişand ser nîqaşên der barê mafê hêviyê û diyar kir ku hikûmetê heta niha di vê mijarê de tu gav neavêtiye û wiha got: “Ji bo pêkanîna mafê hêviyê rêzikname hene, lê ev rêzikname ne li gorî hiqûqa navxweyî ye. Li gorî qanûnên navxweyî ti rêzikname nîne û rêziknameya heyî bi tevahî ji mafê hêviyê re girtî ye. AÎHM'ê da xuyakirin, ku ev pêkanîneke ku veguheriye îşkenceyê, rastî muameleya xerab hatiye û ev yek rewşeke nemirovî ye. Dibe ku ev rewş ji bo girtiyên din û Abdullah Ocalan jî derbasdar be. Ya ku divê bê kirin ew e ku ev kiryara dijmirovahî bê guhertin û bi mafên mirovan re li hev bê kirin. Ji bo der barê guhertinên qanûnî yan jî rêziknameyên nû de gavan biavêje, divê muxalefet zexteke cidî li hikûmetê bike. Her wiha ji bo haydarbûna civakê ji vê kiryara nemirovane û lezkirina rêziknameyên ku bêne çêkirin, divê piştgiriyek bihêztir û bi bandortir were dayîn. Hin kes hene ku haya wan ji tecrîda ku bi salan e tê meşandin tune ye. Ji bo aştiya civakî agahdarkirina vê beşê girîng e. Di vî warî de em di wê baweriyê de ne ku divê muxalefeteke xurtir bê kirin.”