STENBOL - Li Girtîgeha Marmarayê bi hinceta di Newrozê de govend gerandine û dirûşm berz kirine, cezayê disiplînê dan 6 girtiyên jin.
Bi hinceta pîrozbahiya Newrozê cezayê disiplînê dan Nûriye Gulmen, Çîgdem Şenyîgît, Denîz Ozel, Hatîce Rûken Kiliç, Barkin Tîmtîk û Sûltan Goçek ên li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tên ragirtin. Girtiyên jin, di 21’ê Adarê de dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin û Newroz bi gerandina govendê pîroz kirin. Gardiyanan jî têkildarî mijarê girtek amade kirin û piştre cezayê disiplînê dan girtiyan.
Jinên girtî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Sîlîvriyê îtîraz kirin. Dadgeriyê îtîraza girtiyan qebûl kir û ceza betal kir. Rêveberiya girtîgehê jî li dijî biryara dadgeriyê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîlîvriyê da. Dadgehê, biryara rêveberiya girtîgehê “di cih de” dît. Di biryarê de bal kişand ser xala AYM’ê ya “li girtîgehê ji bo rêkûpêkbûna pergalê, divê di mijarên bûyerên ku dilsoziya bi rêxistinê re zindî dihêlin hesas bê tevgerîn.”
Di biryarê de hat îdiakirin ku berzkirina dirûşman, gerandina govendê û hwd. girtiyên din aciz dike.
ÎDIAYA ‘PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ’
Her wiha di biryarê de ji bo berzkirina dirûşman û gerandina govendê îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate kirin û wiha hate gotin: “Çalakiya komî ya dirûşm tê de dirûşm tên berzkirin dê ji bo girtiyên din jî bibe mînak û dê bike ku girtîgeh veguherin cihên çalakiyên domdar. Li hêla din, bi komî berzkirina dirûşman dê sûdê bide dilsoziya birêxistinê re û weke çaakiyên komî û sîstematîk hatiye nirxandin. Ji ber vê sedemê jî em gihiştin wê encamê ku bi vê çalakiyê re disiplîna girtîgehê xerab bûye.”
MA / Omer Îbrahîmoglû