* Prof. Dr. Hamît Bozaraslan da zanîn ku Tirkiye kurdan wekî kirdeyeke kolektîf qebûl nake û "li ber destê tirkbûnê" ferz dike û got: "Dixwazin Rojavayê bikin parçeyek ji Tirkiyeyê û têxin bin fermana wê."
* Malbatên kesên di dema qedexeya li Cizîrê de hatin qetilkirin, diyar kirin kul ew ê zilma li wan hatiye kirin tu caran ji bîr nekin û li pey doza xwe bin.
* Endamên Meclisa DEM Partiyî ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, nehat hiştin têkevin şaredariyê, diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûman li ber xwe bidin.
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl diyar kirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî paradîgmaya neteweya demokratîk in û gotin:" "Têkoşîna hevpar a gelên bindest dikare van êrişan rawestîne."
* Li gundên Derxust û Cinezur ên gundê Licê yên di salên 1990'î de hatin şewitandin, ji bo petrolê xebatên rê hatin destpêkirin. Şêniyên gundan bertek nîşanî vê yekê didin û li gel vê Baroya Amedê jî amadekariyan dike ku li dijî wêrankirina xwezayê dozê veke.
* 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê dê li avahiya wê ya li Amedê bê lidarxistin. (10.00) ZINDÎ
* DEM Partî dê rapora xwe ya di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li navenda giştî ya partiyê eşkere bike. (11.30)
* Hevdîtinên budçeya 2025’an dê li Meclisê bidomin. (12.30)
* Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û li Mêrsînê bên protestokirin. (14.00-18.00)
* TUHAYDER dê bi boneya piştevaniyê ji girtiyan re pereyan bişîne. (14.00)
* Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez dê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û bi hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin re hevdîtinê bike. (15.30)