Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye

  • rojane
  • 17:32 14 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê û hêza paramîlîter SMO ya girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hate kirin.

Bertekên li hemberî êrişên Tirkiyeyê û hêza paramîlîter SMO ya girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
 
AMED
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê daxuyanî da.
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmar 1 a Amedê Salîha Zorlû diyar kir ku tu feydeya şer ji bo gelan nîne, şer çareseriyê nayne.
 
Berdevkê Demê yê Platforma KESK'ê Farûk Ercan daxuyanî da û wiha got: "Îsraîl û DYE bi eşkereyî piştgiriyê dide komên cîhadîst ên li Rojhilata Navîn, desthilata AKP'ê ya ku bi mehan e li hemberî gefên Îsraîlê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike û bi komên cîhadîst ên ku di lîsteya terorê ya NY’ê de ye weke 'hêzên muxalîf' bi nav kir. Li şûna ku li Sûriyeyê aştiyê pêk bîne, hewl dide bi rêya SMO’yê mudaxeleyî herêmê bike û ev jî xitimandina îro li Sûriyeyê kûrtir dike. Em bang li wan dikin ku li şûna bi komên selefî re bingehekê ava dikin, polîtîkayên ku daxwazên demokratîk ên gelên li Sûriyeyê li ber çavan digirin bişopînin."
 
ÎZMÎR
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya DEM Partî ya bajêr daxuyanî da.
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Aysel Onen diyar kir ku bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelê Sûriyeyê jî hedef digirin û got, "Modela jiyana nû ya ku li Rojava hatiye avakirin, yekane rêya çareseriya krîzên Rojhilata Navîn e. Weke DEM partiyê em ê bi awayekî herî xurt parastina Rojava bikin û li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê rawestin. Bi vê armancê em bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên li ser Rojava bê deng nemînin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.”
 
MÛŞ
 
Bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA'yê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mûşê hate şermezarkirin. Rêxistinên DEM Partî yên Bedlîs û navçeya Tetwanê û rêxistinên navçeyên Mûşê beşdarî çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin, bûn. 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar diyar kir ku dewleta Tirk û bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piştgiriya wan dike êrişî destkeftiyên gelê Kurd dikin.
 
Li ser navê TJA'yê Hatîce Şeker daxuyanî xwend. Hatîce Şeker wiha got: “Ev şer çareseriyê ji holê radike. Nayê qebûlkirin ku di pêvajoyeke wiha de Rojava bibe hedef. Em baş dizanin ku êrişî modela jiyana demokratîk û şoreşa jinê dikin. Bi êrişên li dijî Rojava ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelê Sûriyeyê ye jî hedef digirin.”
 
ENQERE
 
Rêxistinên demokratîk ên Enqereyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul daxuyanî xwend. Tatligul Gul diyar kir ku helbet wê rojekê hesabê tiştên ku di dema qedexeya derketina kolanan de qewimîne bê pirsîn. 
 
Tatligûl Gul bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, “Îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi diyaloga li ser bingeheke demokratîk û polîtîkayên çareseriyê ji bo Rojava û Sûriyeyê heye. Lê di demeke wiha de êrişên li dijî Rojava berdewam dikin. Bi taybetî ku ji 27'ê Mijdarê ve Rojava hedef tê girtin û ev jî aloziya Sûriyeyê kûrtir dike."
 
Tatligul Gul bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind bikin.

Sernavên din

18/12/2024
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye