NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê berbanga îro li herêma Sukerî ya başûrê bajarê Tedmurê yê gundewarê Humsê 6 şivan kuştin û pezên wan dizîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di berbanga îro de DAIŞ'ê li herêma Sukerî ya başûrê bajarê Tedmurê yê gundewarê Humsê 6 şivanên pez kuştin.
Li gorî SOHRˋê, DAIŞ'î êrişî şivanan kir, ew kuştin û pezên wan dizîn û ber bi beyarê Hema ya Sûriyeyê ve revîn.
Li herêma Tedmur û beyarê Sûriyeyê êrişên şaneyên DAIŞ'ê, dizî û talankirina mal û milkên welatiyan zêde dibin.
Ji 8'ê Kanûnê ve DAIŞ'î 6 êriş pêk anîne, di encamê de di nav de sivîl û leşker 70 kes hatine kuştin.