AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve û got: “Hêza gelê Kurd û pergala wan ava kirî dê pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike.”
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk geşedanên dawî yên li Sûriyeyê nirxand û nerazîbûna gelê Sûriyeyê ya li hemberî rejîma Beşar Esad bi bîr xist. Ozturk, diyar kir ku rejîma Baasê bi komkujiyan bersiv da daxwazên gel û da zanîn ku DAIŞ’ê ji vê rewşê sûd girtiye û qadeke berfireh dagir kir.
Ozturk, bi bîr xist ku DAIŞ li Kobanê bi pêşengtiya jinan hatiye sekinandin û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê jî di tevahiya vê pêvajoyê de bi destê çeteyan êrişî destkeftiyên Kurdan kirin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên Kurdan ku bedelên giran hatine dayin tune bike. Lê negihişt vê armanca xwe.”
'KOBANÊ DÎROK NIVÎSAND’
Di berdewamê de Ozturk gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Kobanê jî li ber ketinê ye” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Kobanê neket, dîrok nivîsand. Nasnameyên cuda li wir li ber xwe dan û maf û rûmeta mirovahiyê parastin. Piştî şikandina hêza DAIŞ’ê, li Rojava pergaleke nû hat avakirin. Dema mirov li vê pergala li gorî bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin dinêre, cihê herî birêxistinkirî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
'TIRKIYE LI SÛRIYEYÊ ÇARESERIYÊ NAXWAZE’
Ozturk, got ku Tirkiye ji roja ewil heta niha êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ev nirxandin kir: “Qadên sivîlan, saziyan hedef digire û sivîlan qetil dike. SÎHA û ÎHA’yên wan xelkê me qetil kirin. Ji bo pergal tam rûnene dixwazin wir vala bikin. Îro dîsa bi destê çeteyan heman tiştan dike. Dixwazin wir tune bikin. Ev yek vê nîşanî me dide, Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî hebe. Dixwaze destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hebûna wan tune bike. Divê her kesên ji xwe re dibêjin mirov, li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekine. Heke ev êriş wiha bidomin, dê aramî neyê Sûriye û Rojhilata Navîn. Tişta li Rojava tê parasin, mirovatî ye, demokrasî, pêkvejiyan û azadî ye. Divê ev pergal li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe.”
HÊZA KU DÊ PÊŞEROJA ROJHILATA NAVÎN DIYAR BIKE
Berdan Ozturk, destnîşan kir kul hêza ku dê pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike, hêza gelê kurd û pergala afirandin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke zîhniyeta DAIŞ û OSO’yê Sûriyeyê bigire destê xwe, dê hejmara mirinan zêde bibe. Lewma divê pergala Rojava li Rojhilata Navîn belav bibe. Hemû nasname xwe tê de dibînin. Têkoşîna hevpar a li dijî êrişên ser Rêveberiya Xweser girîng e. Bi berpirsyartiya gelê Bakur, hêzên demokratîk ev gef dikare were tunekirin.”
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’
Ozturk, gotina Abdullah Ocalan a “Pirsgirêka Kurd bi rêya şer û zilmê çareser nabe” bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Qala pêvajoyekê tê kirin lê ev ne pêvajo ye. Ev, bi gotinan nabe. Heta pratîk nebe tu qîmeta gotinên ‘ez ê wiha bikim, nizanim çi bikim’ tune ye. Birêz Ocalan ji xwe got; ‘Ez ji hêza xwe ya teorîk û pratîk bibawer im. Ez dikarim vê pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemôına siyasetê bikim.’ Lewma jî ev yek ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin e. Birêz Ocalan ji bo bikare rola xwe bilîze, divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dê bandorê li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê bandora xwe li her 3 parçeyên din ên Kurdistanê bike. Dê bandorê li herêmê bike.”
MA / Rûkiye Adiguzel