RIHA - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re tê xwestin ku Kurdan li hemû qadan tune bikin.
Baroya Rihayê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan l Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê panela “Li bajarên Kurdan rejîma qeyûm” li dar xistin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Hevşaredarê Xelfetî ya Rihayê ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, weke axêver tev li panelê bûn. Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li panelê bûn. Rêveberê Şaxa OHD’a Rihayê Ahmet Taş moderatoriya panelê kir û pêvajoya tayînkirina qeyûman a li bakurê Kurdistanê vegot.
Hevşaredar Gulistan Sonuk di panelê de got ku bi sedan sala ye mafên bingehîn ên gelê Kurd tên qedexekirin û wiha got: “Mafê me yê herî bingehîn, mafê zimanê dayikê jî tê binpêkirin. Dibe ku kesên bi Kurdî nizanin li vir hebin lê ez ê weke bertek bi Kurdî biaxivim.”
Bi domdarî Gulistan Sonuk bal kişand ser zextên li ser gelê Kurd ketine meriyetê û wiha got: “Yek ji wan planên zextê jî Plana Islehkirina Şerqê bû. Hemû mafên Kurdan hatin qedexekirin û mafê jiyanê ji dest hate girtin. Ev hêj jî didome. Kurd carnan yek bi yek carnan jî bi komî hatin qetilkirin. Daxwazên mafên herî bingehîn ên Kurdan jî bi komkujiyan biencam bûn. Me 12 partî vekirin lê tevek jî hatin girtin Ev dijminatî îro bi tecrîdê tê domandin. Dema em qala qeyûman dikin, nabe ku mirov li ser tecrîdê nesekine. Piştî bidawîkirina hevdîtinên li Îmraliyê, qeyûm hatin tayînkirin û siyasetmedar hatin girtin. Heke li cihekî tecrîd hebe, mirov nikare qala demokrasiyê bike. Cara sêyemîn e qeyûman li Kurdistanê tayîn dikin. Dixwazin hincetên hiqûqî jê re peyda bikin. Lê nikarin. Bi lêpirsîn û dozan dixwazin civakeke apolîtîk ava bikin. Em, bi îktîdareke rizî re rû bi rû ne.”
QEYÛM Û ŞERÊ TAYBET
Bi domdarî Gulistan Sonuk qala xebatên şaredariyan ên ji bo çanda Kurdî û jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm, ji ewil van xebatan hedef digirin. Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li hemû qadan tune bikin. Ji hêla çandî ve dixwazin Kurdan tune bikin. Di nava van 8 salan de li Kurdistanê bikaranîna tiryakê pir zêde bû. Temenê bikaranînê pir daketiye. Qeyûm, rê li ber texrîbatên mezin ên civakî vedikin. Deynên li pey xwe hiştin, pirsgirêka herî biçûk e. Pirsgirêka mezin ew e ku civakê diguherînin. Dixwazin civakeke yekreng biafirînin. Ev jî rengê Tirkbûnê ye. Hemû xebatên wan xizmetê ji vê re dikin. Dixwazin di serê me tevan de qereqolan ava bikin.”
'KOBANÊ Û PIRSÛS YEK IN’
Di berdewamê de Gulistan Sonuk bal kişand ser berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku 300 kes hatin binçavkirin lê dîsa jî gel paşvegav neavêt. Rojeva me ya sereke êrişên ser Rojava ne. Tecrîd rojevekê me ya girîng e. Dixwazin bi rojevên sunî me ji rojevên esasî dûr bixin. Kobanê û Pirsûs yek in. Sînor nikarin wan ji hev veqetînin. Me di sala 2014’an de rola xwe çawa lîstibe dê niha jî bilîzin û van lîstikan vala derxînin.”
'QERÎNEYA BÊGUNEHIYÊ TÊ BINPÊKIRIN’
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî got ku bi tayînkirina qeyûman re qerîneya bêgunehiyê tê binpêkirin. Karayilan, wiha got: “Ev, hiqûqa derbeyê ye. Xebatên me yên siyasî weke hinceta qeyûm nîşan didin. Hatin û çûna me ya rêxistinên bajar û navçeyan dipirsin. Mafên me bi eşkereyî qedexe dikin. Zîhniyeta faşîst jî dizane tu bingeha tayînkirina qeyûman tune ye. Dixwazişn tirsê belav bikin. Divê em li dijî vê xwe birêxistin bikin. Bi zanebûn Êlih, Mêrdîn û Xelfetî hilbijartin. Bi vê yekê bersiv dan birêz Abdullah Ocalan. Qeyûm, talankirina malê gel e.”
Karayilan, nelirêtiyên di serdema qeyûman û Şeref Albayrak ê AKP’î vegot û wiha bi dawî kir: “Me di nava şertên zehmet de xizmet ji gel re kir. Me xizmet bir gundên ev 8 sal in tu xizmet jê re nehatiye kirin. Qeyûm, xespkirina mafê siyasetê ye. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê bidome.”