STENBOL – Hiqûqnas, rewşenbîr û hunermendan diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin, mesele tenê pirsgirêka kurd nîn e, meseleya Tirkiyeyê ye û dê hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê bidomînin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, di 23'ê cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Di serdanê de Abdullah Ocalan ev peyam da: "Tecrîd dewam dike. Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê derbasî qada hiqûqî û siyasî bikim." Peyama Abdullah Ocalan di rojeva partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rojnamevanan de ye.
Di vê çarçoveyê de di 14’ê kanûnê de gelek rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û akademîsyen li oteleke li Taksîma navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatin cem hev û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav bên avêtin û metneke hevpar hate weşandin.
Parêzer Riza Tûrmen, Aktîvîst Nurten Ertûgrûl û Hunermend Orhan Alkaya ku metn îmze kirin diyar kirin ku ew ê her tim daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman.
TURMEN: DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD AŞTIYANE ÇARESER BIBE
Riza Turmen da zanîn ku divê pêvajoya aştiyê were destpêkirin û wiha got: “Divê welat ji eksena tundiyê dûr bikeve û ber bi eksena aştiyê ve biçe. Di serdema ku em tê de dijîn de mafên mirovan û demokrasî pir girîng e. Di vê çarçoveyê de divê pirsgirêka murd bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Ger hûn li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û ji mafên mirovan re rêzgirtinê dixwazin, divê hûn ji pirsgirêka kurd re çareseriyeke aştiyane bibînin. Ev her du tişt hevdu temam dikin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd hûn nikarin aştiyê bînin Tirkiyeyê. Her wiha hûn encax di çarçoveya demokrasiya giştî ya Tirkiyeyê de dikarin aştiyê bînin ser pirsgirêka kurd. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî bangên bi vî rengî yên ji bo aştiyê û di çarçoveyeke aştiyane de çareserkirin gelekî girîng e.”
Turmen anî ziman ku ji bo aştiyê hewl didin û ger pêvajo civakî be dê çareserî pêkan be û got, “Divê ev wek mijareke ku tenê rewşenbîr û nivîskar di nav xwe de behsa neyê dîtin. Divê raya giştî vê yekê qebûl bike. Ji ber ku ev pêvajo di heman demê de şerê li dijî xizanî û pêkanînên nedemokratîk e. Pêwîste ev yek ji raya giştî re were nîşandan û ravekirin. Weke rewşenbîr em ê hewl bidin vê ji raya giştî re vebêjin.”
Turmen balkişand ser axaftinên nakok ên Devlet Bahçelî û da zanîn ku Bahçelî hinek tiştan tîne ziman û roja din dibêje pirsgirêka kurd tune, lê di encamê de rojevek hatiye afirandin, derî hatiye vekirin û divê ji wî derî bikevin hundir.
PÊVAJO Û GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ
Turmen diyar kir ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê diqewimin dê bandorê li Tirkiyeyê bike û wiha got: “Eger Tirkiye li Sûriyê siyaseteke aştiyane nemeşîne, nikare li vir jî çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêka kurd re bibîne. Hûn ê li Tirkiyeyê li çareseriya aştiyane bigerin, lê li bakurê Sûriyeyê hûn ê bi Rojava re şer bikin; ev nayê qebûlkirin. Pêdivî ye ku ev bi tevahî bêne hesibandin. Hûn ê li Rojava jî aştiyê pêk bînin. Yanî gelo dê di paşeroja Sûriyê de kurd nebin? Ev nêzîkatiyek pir xelet e.”
Turken anî ziman ku divê ji bo çareseriyê bêhtir nîqaş û axaftin bên kirin û çareseriyeke civakî jî girîng e.
Aktîvîst Nurten Ertugrul da zanîn ku neçar in pirsgirêka kurd çareser bikin û wiha axivî: “Pêvajoyên ku civak çewisandin û tine kirin, li çar parçeyên Kurdistanê hatin jiyîn ku bi destê ereb, faris, osmanî, piştre Tirkiye çêbû û dem bi dem Îngilîstan û Rûsyayê mudaxîl bûn. Iraqê bi salan kurd qetil kirin û dinyayê jî temaşe kir. Lê di dawiyê de diyar e ku dê çarenûsa wan çawa be. Eger Iraq pirsgirêk çareser bikira îro ji hev derneketibû û ji bo Sûriyê jî heman tişt derbasdar e. Li Îranê hê jî berxwedan heye. Kurdan darve dikin. Tişta ku li derve diqewime bi awayekî xwezayî bandorê li Tirkiyeyê jî dike.”
Nurten Ertugrul bal kişand ser tiştên ku qewimîn û got, “Ji avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve dewleta tedbîr û dewleta normê heye. Dixwazin bi tundiyê pirsgirêka kurd çareser bikin. Tenê di raporekê de hate gotin ku çareserî wê bi axaftinê pêkan be. Her wiha ji aliyê mufetîşên neteweyî ve hat astengkirin û waliyê wir sirgûnî Konyayê kirin. Dîsa dema ku Komara Kurd a Mahabadê ava bû ji bo cîhanê bibe mînak hate gotin 'Em hezar kurd bi dar ve bikin' û bûyera 49'an jî bi vê dest pê kir. Di salên 1990’î de qetilkirinên kiryar nediyar pêk hatin. Di pêvajoya heyî de qanûneke cuda tê sepandin. Ji ber vê jî pirsgirêka kurd çareser nabe. Û eger çareser nebe, dê encamên wê xirab bin. Çavkaniyên Tirkiyeyê ber bi ku ve diçin? Ciwan diçin ku derê? Hilweşîna exlaqî heye, nirx û siyaseta derve di gelek waran de têk çûye. " Ertugrul anî ziman ku ji bo pêvojo destpê bike divê beriya her tiştî tecrîd were bidawîkirin.
‘EM DEV JI AŞTIYÊ BERNADIN’
Hunermend Orhan Alkaya diyar kir ku pêwîstiya hemû cîhanê û Rojhilata Navîn bi aştiyê heye û got, “Divê em bersiva pirsa kî aştiyê naxwaze bibînin? Em dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Em ê ji aştiya civakî piçekî jî tawîz nedin. Lê divê em zanibin kî pêvajoya aştiyê asteng dike û kî pirsgirêka kurd weke pirsgirêk dibîne. Yên xwedî niyeta baş hene û baronên şer jî hene ku li dora pîşesaziya çekan kom bûne. Divê em xebatên wiha bidomînin. Eger êrîş li ser Kurdistana Sûriyê, yanî li Rojava berdewam bikin, divê her kes bi vê îhtimalê zanibe ku ev yek dê derdora wê bişewitîne. Ji ber vê yekê divê pevçûnên li Rojava bi dawî bibin. Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe. Lê eger zîhniyeteke ku gelê Rojava weke dijmin dibîne bikeve dewrê, wê qad gelekî xeternak bibe. Ji ber ku pêvajoya li wir jî wê bandorê li vir bike.”
‘TECRÎD SÛC E’
Alkaya bertek nîşanî tecrîdê da û wiha got: “Tecrîd li ser kê dibe bila bibe sûc e. Divê desthilatdar demildest dev ji tecrîdê berdin. Weke hunermend ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê heta dawiyê vê daxwaza aştiyê bînin ziman.”
MA / Omer Îbrahîmoglu