STENBOL - Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên tev li çalakiya protestokirina qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hatin girtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin-Îşê duh xwestin qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Qada Şîşhane ya Stenbolê protesto bikin. Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rojnamegeran jî piştgirî dan. Polîsan êrîşî girseyê kir û rojnamevan jî di nav de 59 kes binçav kirin. Ji binçavkiriyan 45 jê duh piştî karûbarên qereqolê hatin berdan. Rojnamevan Hayrî Tunç, Gulistan Dursun, nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip, nûçegihana Gazete Patîkayê Yadîgar Aygun, nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal, Zeynep Kuray, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Mahsum Saglam, Enes Sezgîn û Osman Akin jî di nav de 14 kes sewqî Edliyeya Çaglayanê kirin. Binçavkirî bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandan” û “Propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dozgeriyê; piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.
Ji 14 kesên sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê kirin jê 9 kes hatin girtin. Piştî 14 kesan li Dadgeha Cezayên Sulhê îfade dan, heyeta dadgehê 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan, 7 jê rojnamevan 9 kes jî girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê rakirina wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cihan Bilgin wekî hinceta girtinê nîşan da. Rojnamevanên ku hatin girtin wina ne: “Gulistan Dursun, Hayri Tunç, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgin, Osman Akin û Can Papila û ji Ajansa Nûçeyana Etkin (ETHA) Pinar Gayıp, Ji Rojnameya Mucadele Bîrligî jî Serpil Unal girtin û şandin girtîgehê.
Rojnamegerên hatin girtin bi rêya parêzeran peyama “Dê qesra wan jî û Saltanata wan jî hilweşe. Yên li ber xwe didin jî dê bimînin. Dê têkoşîna Naziman û Cîhanan bimîne” û “Rojnamegerî ne sûc e” parve kirin.