NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Rojnamegerên Alman têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de ji Tirkiyeyê xwest ku daxuyaniyê bide.
Yekitiya Rojnamegerên Alman (DJV) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li ser malpera fermî ya DJV’ê hat weşandin û wiha hate gotin: “Li gorî nûçeyên li ser çapemeniyê, nûçegihan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li herêma Rojava ya Sûriyeyê bi SÎHA’yên tirkan hatin kuştin. Her du rojnameger jî salên domdirêj e ji bo çapemeniya Kurd dixebitîn û êrişên artêşa tirk û hêza milîs a cîhadîst SMO’yê yên li ser herêma Kurdan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê dişopandin. Li gorî îfadeyên şahidan, Daştan û Bîlgîn bi zanebûn hatin kuştin.”
Seroka Giştî ya DJV’ê Mika Beuster jî got: “Ev yek, gumaneke tirsnak e ku divê hikûmeta tirk tavilê vê mijarê ronî bike. Heke hêzên ewlekariyê yên tirk nûçegihanan hedef bigirin, divê berpirsyar bên darizandin. Em li bendê ne ku Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî piştgiriya dîplomatîk bide daxwaza me ku Tirkiye di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Heke derkeve holê ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber ku rojnameger in bi qesdî hatine kuştin, divê ev yek bandorê li ser têkiliyên dîplomatîk ên Almanya û Tirkiyeyê bike.”