WAN - Li Wan û Colemêrgê ev 2 roj in berf dibare û ji ber barîna berfê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin.
Li Wan û Colemêrgê ev du roj in berf dibare û ji ber barîna berfê rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin. Ji ber berfê li navçeya Miksê ya Wanê rêyên 46 gundan, li Elbakê ya 37’an, li Şaxê rêya 13’an, li Westanê ya 13’an, li Payîzavayê rêya 19’an, li Rêya Armûşê rêya 17’an, li Bêgiriyê rêya 13’an û li Qelqeliyê rêya gundan hatin girtin. Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan ên ji bo vekirina rêyên gundan didomin.
COLEMÊRG
Li navenda Colemêrgê û navçeya wê ya Geverê jî ji ber barîna berfê rêya 11 gund û 40 mezrayan hatin girtin. Li Geverê biqasî 10 santîman û li cihên bilind jî derdora metreyekê berf bariyaye. Ji ber berf û mijê, ajok zehmetiyê dikişînin.