Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya

img

AMED - Di sala 2024’an de di xebatên çand û hunerê de li dijî astengkirina konser, şano û mîhrîcanan û sansûrkirinê hunermendan jî bi berhem û çalakiyên xwe yên rêxistinî berxwedan mezin kirin.

Dema ku me li Tirkiyeyê xebatên çand û hunerê yên sala 2024’an li ber çavan derbas kir, tişta herî zêde bal kişand qedexe û astengî bûn. Hemû xebatên çand û hunera kurdî  bi zextan re rûbirû man, lîstikên şanoyê ji bo “ewlehiya netewî” weke xetere hatin dîtin, ji bo konserên ku hunermendên kurd doz hatin vekirni. Her wiha konser ji aliyê şaredariyan an jî qeymeqamtiyê ve hatiye qedexekirin.
 
Di nav salê de qedexeke balkêş jî dawet bûn. Li ser gelek dawetan de hat girtin, ji ber stranên hatin gotin, lixwekirina kincan û rengê desmalên ku di govendan de hatin bakirin gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Li gelek bajaran ji bo dawetan destûr hat xwestin, muzîkjen hatin girtin û li ser xwediyên dawetê hat ferzkirin ku alê daliqînin.
 
Ji avakirina komara tirk heta niha her tim zextên li ser zimanê kurdî berdewam kirin. Li gelek bajaran bi destê walîtiyan nivîsên trafîkê yên kurdî hatin jêbirin. Li gorî salên berê îsal ji bo gelek pirtûkan biryara berhevkirina pirtûkan hat dayîn, polîs li Fûara Pirtûkan a Amedê û fûarên din de derketin nêçîra pîrtûkan. 
 
Li hemberî hemû qedexeyan berxwedaneke mezin bi pêş ket. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê gelek saziyên nû yên çandê hatin vekirin. Saziyên wekî Akademiya Egîdê Cimo, Çand Ma, Jinart ku gelek xebatên hunerî li dar dixin û perwerdeyê didin zarok û ciwanan, hatin vekirin. Yekineyên çand û hunerê yên li şaredariyên ku ji qeyûman hatin girtin, bi cewherê xwe re bûn yek. Kurdî li gelek bajaran di sahneyên şanoyê yên şaredariyê de ji nû ve serdest bû û çandên vê axê bi çalakiyên li herêm û parkan gihiştin gel. Li bajarên Kurdistanê festîval hatin lidarxistin, Festîvala Şanoya Jinan cara yekem li Amedê pêk hat.
 
Di pêvajoya ku têkoşîna hunerî zêdetir civakî bû de hevpariyeke derket holê. Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê bi beşdariya hunermendên ji hemû pêkhateyên Tirkiyeyê hat damezirandin. Di çalakiya ku di çarçoveya têkoşîna hevpar de forum hatin lidarxistin, gelek pirsgirêkên civakî yên di qada hunerê de hatin vegotin.
 
Der barê xebatên çand û hunerê yên sala 2024’an de em bi Rêvebera Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê û Wênesaz Neşe Toprak, şanoger Omer Şahîn, muzîkjen Ferhat Ertaş û sînemager Mazlûm Baran re axivîn.
Dema em xebatên çand û hunerê yên sala 2024’an dinêrin tişta ku derdikeve pêş ‘qedexe’ ne. Çand û huner di heman demê de bi jiyan û azadiya gel û civakê ve têkildar e. Qedexekirina xebatên çand û hunerê tê çi wateyê?
 
 
 Gava ku hûn bi rêya çapemeniyê nasnameya  xwe ya muxalîf aşkera dikin û berhemên xwe yên hunerî digihînin gel, wê demê hedef tên girtin. 
 
Neşe Toprak: Bi rastî hîmê bingehîn ê civakan çand, huner û ziman e. Di vê nuqteyê de, hilberîn pir girîng e. Dema em li gelê kurd mêze dikin, bi sedsalan e têkoşînek heye, lê bi taybetî li Bakur siyaseta paşguhkirin û asîmîlekirinê tê meşandin. Gelê kurd xwedî pêvajoyeke 50 salî ya têkoşîn, parastin, şer û bi vî awayî bi ziman û çanda xwe xwedî derdikevin. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de çand û huner bi piranî bi hunermendên ku ziman diparêzin û li ser wî berheman çêdikin pêş ket. Ji ber vê yekê, ger em salên 90'î bidin ber çavan, stranên ku hatine çêkirin, avakirina komên şanoyê û xebatên sînemayê bi rengekî ji bo vejandina çanda kurdî peywirek girtiye ser milê xwe. Di serdema dawî de polîtîkayên şerê taybet ketin dewrê. Li qada Bakur xebatên şano, sînema, mûzîk digihêje gel lê li dijberî xwe, bi zimanê tirkî dike.
 
Omer Şahîn:  Bi taybetî ji roja damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha perspektîfeke wisa hatiye afirandin ku azadiya kurdan bûye meseleya hebûn û tunebûna Tirkiyeyê. Dewlet azadiya kurdan ji aliyê îdeolojîk ve weke tunebûna xwe dibîne. Ev perspektîf tu carî nehatiye guhertin. Dibe ku hin polîtîka dem bi dem hatine guhertin. Rasterast bi qedexekirina şanoyan dest pê kirin û konser betal kirin. Sazî û dezgehên ku xebatên ziman dikin hatin girtin. Şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Û me sala 2024 di rewşeke wiha de derbas kir. Di nava vê salekê de em rastî gelek pêkanînên bi vî rengî yên hişmendiya dewletê hatin. Dewlet di vir de xwedî nêzîkatiyeke balkêş e; heya ku hûn bang li gelek girseyên navendî nekin, ew vê yekê wekî xeternak nabînin. Dema ku karê we, çi sînema, çi muzîk be, çi şano be, bala temaşevanên kişand û girseyî bibe, nemaze bi rêya medyayê, wê demê refleksa dewletê ya zextan derdikeve pêş.
 
Dema tu tiştekî civakî bê çêkirin qedexe çêdibe?
 
Omer Şahîn: Gava ku hûn bi rêya çapemeniyê nasnameya  xwe ya muxalîf aşkera dikin û berhemên xwe yên hunerî digihînin gel, wê demê hedef tên girtin. Bi taybetî di sala dawî de hemû qedexe û astengiyên ku em pê re rû bi rû mane, bingeha xwe ji vê ferasetê digire.
 
Dema em bi taybetî lê dinêrin, li ser çanda kurdî qedexeyek cidî heye. Konser hatin qedexekirin, lîstikên şanoyê hatin qedexekirin û wezaret bi xwe jî qedexeya li ser şanoya kurdî wekî “ewlehiya neteweyî” pênase kir. Lîstikek kurdî çawa dikare ji bo “ewlekariya netewî” bibe xeter?
 
Mazlum Baran: Ne ji bo ewlehiya neteweyî, ji bo netewe dewletê xeternak dibînin. Zordestiyeke ku bi avakirina komarê dest pê kiriye heye. Ji ber ku komar li ser tinekirina gelan hatibû avakirin. Di vê rewşê de gelên din ji bo alê hilgirin divê pê li miriyên gelên din bikin. Ev erdnîgarî mozaîka gelan bû, lê piştî avabûna dewleta neteweyî bû goristana gel û çandan. Bi komkujî û qirkirinan re hewl hat dayîn ku neteweyek yekreng bê afirandin. Ev feraset hîn jî berdewam dike. Ne tesaduf e ku piştî 100 sal, dema ku van sînorên çêkirî bêwate dibin û projeya dewleta netewe têk çû, evqas zext normal nîn in. Tehdîd bi rastî ne ji bo dewlet an jî welat lê ji bo netewe-dewletê xeternak e. Ev sed sal in li ser yek ziman, yek milet, yek al hatiye avakirin.  Nexşe roj bi roj diguherin, rêveberî û sîstem diguherin. Ji ber ku haya wan ji vê metirsiyê heye, ji ber ku ev proje ber bi hilweşînê ve diçe, dikin mijara ewlekariya neteweyî û jiyanî. Dibe ku em rastî pêkanînên hovane, faşîstir bên. Li vî welatî ji bo axaftina bi kurdî dozên hepsê, îdamê û cezayên trajîktir hene. Ger hûn dixwazin civakê ji hev belav bikin, hêmana bingehîn a civakê diafirîne çand e. Pêdivî ye ku hûn wê hilweşînin. Ger wisa nebe nikarin civakê kontrol bikin, nikarin hilweşînin û tune bikin. Ev şer hinekî jî şerê wê ye. Lê ji ber ku çandeke xurt e, çandeke ku dijî û li ber xwe dide ye. Weke berdewamiya wan şer û qetlîamên 10 salên dawî, tunekirina fîzîkî têra tunekirina çandekê nake. Dema tu çandekê tune bikî, tu dikarî civakekê jî tune bikî, haya wan jî ji vê yekê heye û di vê sedsalê de ev yek pêk tê.  
 
Ferhat Ertaş: Em dibînin ku şano û konser hatine qedexekirin. Sînema tê sansurkirin. Çapemenî tê astengkirin, xebatkarên çapemeniyê şehîd dibin. Em her roj bi vê yekê re rû bi rû dimînin. Ev bingeha xwe ji hişmendiya  dewleta netewe digire. Dema ku hûn çandê pêş bixin hûn vê dewleta netewe paşve bixin. Armanc ew e ku kurd dayika xwe nebînin. Ger hûn ê gelan tine bikin, divê pêşî çand û hunera wî tune bikin. Ew riya herî hêsan e. Dema mirov li van demên dawî binêre, li hemberî wan berxwedanek derketiye holê.
 
Qedexe û serdegirtina dawetan jî di rojevê de cih girt. Di ser dawetan de girtin û di hin dawetan de xwediyên dawetê û muzîkjenên stran digotin hatin binçavkirin. Li hin bajaran ji bo dawetan rewşên wekî destûrên ewlehiyê û destûra daliqandina alê hat ferzkirin. Em behsa du xalên bingehîn dikin ku civak û mirovên wê li hev dicivin; şîn û dawet. Hûn êrîşa li dijî çandeke wiha bingehîn çawa dinirxînin?
 
 
 Faşîzm dixwaze xwe bigihîne hemû qadên jiyanê û mudaxale bike. Ev hewldan û êrîş ji bo perçekirina civakê ne.
 
Omer Şahîn:  Wêrankirina goristanan, êrîşa li ser dawetan;  nîşaneyên hişmendiya nexweş in. Yanê kesek e mir û çû. Dijminekî min heye, heta ku ew sax be ez dijminê wî me. Piştî ku dimire bi axê re dibe yek û dibe parçeyek xwezayê. Diya min ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizane dê çawa di daweta xwe de bi tirkî kêfxweş bibe. Bi rastî, ev yek nîşan dide ku ev rewş çiqas xirab bûye. Li erdnîgariya me ne tenê kurd,her wiha  tirk, ereb, asûrî û ermenî jî hene. Ji bo ku karibe erdnîgariyê li ser bingehên rast û însanî be divê li formuleke vê hebe. Di vê formulê de wekî pêşniyarek dimîne, mirov hewl didin ku bi rengekî di hundurê wê de hebin. Îro li Komara Tirkiyeyê çi netew û çi çîna civakî be jî mirov bêbext in û bingeha xwe ji van nêzîkatiyan digire. Ew bi windabûna guhertina perspektîfê ve girêdayî ye. Divê em ji bo vê têbikoşin. Ji bo vê jî divê sînema, şano, mûzîk û konser bên kirin. 
 
Neşe Toprak: Dema çalakî û xebatek civakî be wan aciz dike. Bi govendên me tê ba hev û şahî li dar dixe, ev wek ritûle û kevneşopiyekê ye. Civak bi stran û govendan li nasnameya xwe xwedî derdikeve. Dema ez di dawetê de stran bibêjim û govendê bigerînim ev hêzê dide min ku li çanda kurd xwedî derkevim. Di vê nûqteyê de em bi êrîşan re rûbirû ne.
 
Mazlum Baran: Yek ji cihên ku em herî zêde civakbûnê lê dijîn dawet û şîn in. Weke me got, êriş ne tenê li ser argumanên hunerî, li ser hêmanên çandî jî pêk tên. Dawet mînakên vê yên herî ber bi çav in. Strana ku dibêje ew kincên ku li xwe dike parçeyên vê ne. Faşîzm dixwaze xwe bigihîne hemû qadên jiyanê û mudaxale bike. Ev hewldan û êrîş ji bo perçekirina civakê ne. Şîn û dawet kevneşopî û rêûresmên ku ji 60 hezar salî zêdetir in dewam dikin. Ev rîtuelên ji eşîrên ewil heta îro jî berdewam dikin. Qadeke din a ku civak lê pir girîngiyê dide şîn in. Em van kevneşopiyan dibînin. Komunên di şînê de derdikevin holê, rewşên ku ruh û nirxan diparêzin û wan zindî dihêlin.  Mesele gotina straneke ji rêzê nîn e. Mesele li Amedê hebûna hewaya, strana Enqereyê ye. Dizane ku ger vê hafizayê texrîb bike, dê civakbûnê jî parçe bike û têk bibe. 
 
Ferhat Ertaş: Dema em niha li zarokan mêze bikin gelo çend zarok lîstikên ku di zarokatiya me de dihatin lîstin dilîzin. Tu yekê jî nalîzin. Deh sal berê me gelek lîstik dîlistin. Mîmariyeke ku civak parçe kiriye heye. Lîstikên ku li Sûrê tên lîstin û lîstikên ku li Dîclekentê tên lîstin heman lîstik nîn in. Ev tiştekî ku bi zanebûn tê kirin. Dema ku ez hatim Amedê, hestek pir ecêb bû. Govend tê gerandin lê tenê 3 cureyên govendê tên lîstin. Gelek lîstikên me hene, lê ew ê werin jibîrkirin, ez meraq dikim gelo li Amedê lîstik tenê ev in. Wê demê mirov fêhm dike ku bi qedexeyên dewletê yên vê dawiyê, stran û lîstika Enqereyê li vir di dawetan de tên lîstin. Rewşeke bi vî rengî ya dejenerebûnê heye, rewşeke wisa ya ji çand û kevneşopiya xwe qut dibî. Ancax bi vegera ser esasê xwe ve û berxwedanê ve dikare were vegotin. 
 
Bi derxistina şaredariyan, vegera ser koka xwe çêbû. Dîsa gelek saziyên nû yên çandê hatin vekirin. Ev jî berxwedana li hemberî van êrişan nîşan dide. Li hemberî van hemû zextan kelecana avakirina tiştên nû hestek çawa ye?
 
Mazlum Baran: Foucault dibêje; “Li ku derê zilm lê hebe, li wir berxwedan jî heye.”  Ev ji destpêka dîrokî vir ve wisa ye. 
Hêzên li dijî şaristaniyê û hêzên şaristaniyê her tim di nava pevçûn û nakokiyan de ne. Zordarî heye, faşîzm heye, berxwedan her tim heye. Carinan difetisîne, carna bêdengtir dibe û disekine, lê her dem berxwedanek heye. Rewşa ku derdikeve holê ev e. Di demên dawî de me şert û mercên faşîzmê dît ku mirov dema nefesê negire nikare derkeve û konserekê li dar bixe. Li parkê pêşandana sînevîzyonê nayê kirin. Di dawetekê de, li hundir be jî, hêmanên berxwedanê yên vê yekê hene.  Di van şert û mercên giran ên faşîzmê de ev berxwedan berdewam kir.  Hebûna rêveberiyên herêmî ji bo çalakiyên bi vî rengî derfetên cidî dide mirov. Ez jixwe polîtîkaya tayînkirina qeyûman wekî parçeyek ji êrişa çandî dibînim. Ji bo ku li tu deverê dibistanên zarokan yên bi kurdî neyê vekirin, li Êlihê kreşxaneyeke ku li taxeke dûrî navenda bajar were vekirin jî wek talûke dibînin. Lê li hemberî vê ferasetê jî çanda berxwedanê heye û ev çand didome.
 
Neşe Toprak:  Li Kurdistanê piştî zext û zordariyan qeyûm hatin tayînkirin. Ev li dijî çand, huner û zimanê me wek derbeyekê bû. Rêveberiyên herêmî ji bo me girîng in. Dema ku em bi rêveberiyên herêmî re tevbigerin, em dikarin dengê xwe bigihînin gelek deran û bernameyên pêk bînin. Li hemberî vê darbeyek çêbû. Lê me ev yek qebûl nekir û me hewl da alternatîfan biafirînin. 9 sal berê Ma Muzik hat vekirin, Şanoya Bajar a Amedê wek alternatîf  xebatên xwe berdewam kir. Sînema berdewam kir. Wek xweser me saziya xwe ya jinan vekir û li wir me perwerdehiyên xwe bi tevahî bi zimanê xwe yê zikmakî da. We pirsî gelo kelecan heye an na, erê kelecan heye û hê jî berdewam dike. Li gorî min em di van xalan de hêza me heye.
 
Ferhat Ertaş: Derfetên rêveberiyên herêmî ku xwe bigihînin zarokan û xizmetê ji gel re pêşkêş bikin, pir in. Cihek girtin û me 4-5 cih vekirin. Li gorî min xebatên ku li van qadan tên kirin, li dijî ewqas zext û zordariyan serkeftî bûn û gihiştin armanca xwe. Ev pêvajo helbet dijwar û bi êş bû. Ji sînemayê heta muzîkê, ji wênesaziyê heta şano û çapemeniyê me di her qadê de pêvajoya bi êş derbas kir.  Çawa ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên temenê navbera û 0 û 5 salî ji zikê dayikê dest pê dike me jî li hemberî vê ferasetê perwerdehiyên muzîkê ya 0-5 salî  da destpêkirin û me perwerdehî veguherand dibistanê. Li ku derê êrişî destkeftiyên me kirin, me têkoşîn mezintir kir. 
 
Omer Şahîn: Hesta jiyanê her  tim serdest e. Dibe ku ew di hemû civakên li çar aliyê cîhanê de hebe, lê dema ku ev hest veguhere enerjiyê li cîhanê tiştek ku neyê bidestxistin tune. Hûn dikarin bi vê hestê Şoreşa Fransayê pêk bînin, hûn dikarin bi temaşekirina şanoyeke li Almanyayê şoreşê bikin. Ya girîng ew ew ku mirov zindîbûnê bi îdealên xwe re bike yek. Beriya qeyûman 2-3 komên şanoyê hebûn, piştî qeyûman 10 komên şanoya kurdî çêbûn. Dewletê bi van pêkanînên xwe gule berda lingê xwe. Ji aliyekê ve hewl dide kurd nebin xwedî sazî û ji bo asteng bike hemû derfetên dewletê bi kar tîne lê dibîne ku li derdrorê gelek alternatîf hatine afirandin. Fikir nayên astengkirin. Bi biryarên dadgehê, bi tank û topan hûn nikarin fikrek an jî nêrîna civakê asteng bikin. 
 
Di xebatên çand û hunerê de behsa berxwedanê hat kirin. Di vê mijarê de têkoşîneke rêxistinkirî jî heye. Di nava salê de Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê hat avakirin. Ne tenê ji bo kurdan, li seranserê Tirkiyê rêxistinkirî ye. Avakirina vê tora rêxistinî ji bo we tê çi wateyê?
 
 
 Li gorî wan xebatên hunerî zirarê dide wan ji ber vê yekê qedexe û sansûr  dikin. Di vir de xaleke hevpar heye û ew jî rêxîstinbûn e. Rêxistinbûn hêzê dide mirov.
 
Mazlum Baran: Faşîzm bi erdnîgariyekê sînorkirî namîne. Desthilatdarî her dem dixwaze li her derê hêza xwe berbelav bike. Dema ku li Amedê bi xerckirina trîlyon pereyan festîvalan li dar dixe, li rojavê Tirkiyeyê qedexeya konseran dest pê kir. Sansûr dest pê kir, êdî fîlm nayên nîşandan. Dizivire û bi awayekî li xan dixe û zirarê dide wan. Ne tenê li dijî me li hemberî her kesî wisa ye. Dewleta netewe dibe ku bi giştî êrîşeke faşîst be, lê li vir heman erişî neteweya xwe jî dike. Em dikarin bibêjin ku faşîzm belav dibe. Berpirsiyariya wê ne tenê hunermendên murd e yan jî êrîşeke li dijî kurdan e. Hunermendên tirk û hunermendên demokrat jî ji vê yekê bandor dibin. Çawa ku li Kurdistanê hewl dide kurdên xwe biafirîne, li Rojava jî hewl tê dayîn hunermendên xwe biafirînin. Kesên muxalîf wek dijmin dibînin. Bi rastî ji ber ku hunermend bi şîara parastina hemû civakê tevdigerin, hikûmet wan wekt dijmin dibîne. Çi avahî be, çi raman be, çi huner be, pêwîstiya mirovan bi kesên din heye û xwe neçarî rêxistinbûnê dibînin. Di rastiyê de tişta ku hem netew dewlet û hem jî modernîteya kapîtalîst ku me li jor behs kir, jihevxistina civakê û afirandina kesan e. Dema em dibêjin kes, ne ew kesên azad in. Derdê wî ew e ku kesên bê rêxistin û bi tenê, bê piştgirî biafirîne, da ku ew were kontrolkirin. Her kes, rewşenbîr û hunermendê ku dixwaze li hemberî vê yekê bisekine, xwedî erka rêxistinbûnê ye. Yek kes nikare bi tena serê xwe li dijî vê pergalê bisekine. Em dikarin bibêjin ku Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê rêxistineke bi vî rengî bû. Ji bo piştgirîdayîna hev derket holê. Hatiye asteke wisa ku ji ber sansurê festîvala herî mezin a Tirkiyeyê jî dikare bê betalkirin. Ez difikirim ku ew tiştek xeternak e. Festîval neman. Festîval qadên ku em lê hinekî din azad bibin in. Ew cihên ku fîlmên serbixwe lê tên pêşandan in. Heger ew qas di desthilatdariyê de bin û gihîştibin radeya betalkirinê jî, ev yek tiştekî xeternak e. Divê hemû hunermend  li dijî vê yekê bisekinin û xwe bi rêxistin bikin. 
 
Neşe Toprak: Hunermend ew e ku li dijî pergala ku razî nîn e, bisekine. Helbet di Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê însiyatîfek ne tenê hunermendên kurd, gelek hunermendên Tirkiyeyê jî tê de cih digirin. Ev jî nîşan dide ku êriş li ser kurdan tê kirin, lê li ser hunermendên din jî qedexe û sansûr heye. Ji ber ku hilberîna hunerî pergalê aciz dike, ji ber wê ye ku qedexe û sansûr hene. Li vir xaleke hevpar jî heye, ew jî rêxistinbûn e. Rêxistin hêzê dide mirov. Ji ber vê yekê pêwistî dibînin ku piştgiriyê bidin hunermendên kurd.  Bi rastî dema ku em ji vê hêlê ve lê dinêrin, berxwedana hunermendên kurd hêviyê didi hunermendên. Ji bo vê jî bi awayekî dikarin bi hunermendên kurd re têkiliyê deynin.
 
Omer Şahîn: Bi damezirandina vê platformê ve hem hunermend bi tev re tevdigerin, hem jî li hemberî şaşiyan bi awayekî azad fikrên xwe  tînin ziman, ji ber vê hebûna vê platformê girîng e. Di platformê de akamedemîsyen jî cih digirin. Li hemû deverên cîhanê mîsyoneke girîng ya hunermend û akademîsyenan heye. Statûko xweşa alimên olî û siyasetmedaran diçe. Lê hunermend peşveçûnên jiyanê dibînin, her tim pêwîstî bi nûbûnê dibînin, li gorî wê jî pêşniyarên xwe pêşkeş dikin. Li Tirkiyeyê em ji zarokatiya xwe ve dizanin ku çima her tim hunermend û akademîsyen ji kar tên avêtin û her tim rastî zextan tên. Kesên ku qadên azadiyê diafirînin her tim hêviyê didin mirov. Ji ber ku carnan mirov xwe tenê hîs dikin. Carnan dema mirov li malê televîzyon temaşe dike, hestek wisa di mirov de peyda dibe ku hemû cîhanê kurd bi qedera xwe re tenê hiştine. Ji bo ev hest di mirov de peyda nebin, bi rastî jî em têkoüşîneke mirovahî didin meşanhdin, ji bo ev cîhan xweştir bibe em dikevin nav hewldanan. Hêvîdar im ku rêxistinên hunermendên bi vî rengî zêdetir bibin. 
 
Ferhat Ertaş: Dema însiyatîf hat avakirin, dirûşmek dihat gotin, “Destpêkê çalakî hebû”.  Ji akademîsyenan heta sînemageran ji gelek qadan mirov hatin gel hev û kesên ku derdekî wan hebû xwe rêxistin kirin. Li dijî neheqiyina pêwîstî bi çalakî û rêxistinbûnê heye. Lazim e însiyatîf xitabî hemû gelan û derdoran bike. Lazim e her rêxistina ku ji bo azadî û rêxistinbûnê têdikoşe were parastin. 
 
Di van salên dawî de hunermendan bêhtir girîngî dan çalakî û bernameyên civakî. Gelo huner li hemberî pirsgirêkên civakî divê têkoşîneke çawa bide meşandin?
 
Neşe Toprak: Hunermendek an jî mirovekî ku karê hunerî bike nikare ji civakê qut bibe. Ez bi xêzkariyê re mijûl dibim, şêwekar im, lê xema min divê civak û pirsgirêkên civakî bin. Ger ez tenê bixwazim xêz bikim, ez ê xwe wek şêwekareke nezan bi nav bikim. Şêwekarek baş lê ji civakê qut bûye. Ger hûn bi hunerê re eleqedar bin, huner civakê rêve dibe û civak jî hunerê bi rê ve dibe. Rewşeke ku hevdu ji aliyê diyalektîk ve temam dikin.  Ger tu mirovekî demokrat bî, bi taybetî jî ku tu demokrat bî û bi hunerê re eleqedar bî, divê tu xwe ji civak û pirsgirêkên civakî qut nebî. Helbet di vê kêliyê de dema Meşa Azadiyê hebû, dema zext hebû, dema qedexe hebû, dema girtin çêbibin, li Rojava 2 hevalên me yên rojnameger hatin qetilkirin divê helwestek hebe.  Encama vê çi dibe bila bibe, divê em rola xwe bilîzin.
 
Omer Şahîn: Li gorî min pirsgirêka herî mezin a serdema me ferdîbûn e. Dibe ku di destpêkê de azadiya takekesî xweşa mirov biçe, lê dema ku em bi perspektîfa civakî bi giştî lê dinêrin, pir zehmet e ku mirov kesên tena serê xwe tevdigerin bicivîne. Dema em li rewşa danûstendina bi gelê xwe re dinêrin, divê em rexnedayîna vê bidin. Mesele ne tenê beşdarbûna hunermendan a xwepêşandanên girseyî ye.  Helbet hunermend hesas e, bi çalakî, şano, konserek xwe bi hestyarî îfade dike, lê bi ya min tiştekî ku divê bibe ew e ku bikaribe vê hesasiyetê bigihîne raya giştî. Li gorî min divê em di vê mijarê de xwe rexne bikin. Nezanebûn be jî roj bi roj em di navbera xwe û civaka xwe de dîwaran lê dikin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê em bikevin nav hewldanan.
 
Mazlum Baran: Beriya nasnameya hunermendbûnê, hunermend parçeyek ji civakê ne. Bêgûman mirovekî xwedî wijdan, pirsgirêkên civakê û  her tiştî parve dike. Ya ku jê re huner tê gotin bi yên din re heye. Huner ji xêzên li şikeftê hatine çêkirin, bi xemgîniya ku li ber agir ji kesên din re parvekirinê derket holê. Huner bêyî civakê dikare were nîqaşkirin. Em wêneyên xwe çêdikin da ku yên din jî bibînin, lîstikên xwe nîşan didin da ku yên din temaşe bikin. Ger kesek li wê muzîkê guhdarî neke, tu wateya wê tune. Ger ji civakê qut bûbe ev tiştek çewt e. Huner beşeke civakê ye, tiştekî ku ji nav civakê derdikeve û dîsa vedigere civakê. Ji ber vê yekê jî divê em bipirsin; hunermendek çawa dikare ewqasî ji civakê dûr bimîne?”
 
Ferhat Ertaş: Di esasê xwe de dualî ye, hev mezin  dikin. Hunermend şano, resim û muzîkê ji bo kê çêdike? Çima çêdike? Ez nafikirim ku hunermendek xwe bike odeyekê û ji bo xwe muzîkê çêbike. Jiyaneke hunermend heye û xitabî gel dike. Ger li hember gel êrîş hebe divê beriya her kesî hunermend bertek nîşan bide. Huner ew e ku tiştên hundirîn derkevin derve û xuya bikin. Civaka bê hunermend û hunera bê civak bi tunebûnê re rû bi rû ye. Divê hunermend bibe zimanê gel. Çawa ku hunermend beşdarî meşa azadiyê bûn an jî li Mêrdîn, Êlih û Rihayê beşdarî çalakiyên şermezarkirina qeyûman bûn, divê vê helwesta xwe bidomînin. Ger bertek neyê nîşandan dê wendahî ji wir destpê bike.  Ger nasnameya we ne girîng be, hûnê winda bikin, dê civak bi rizandinê re rû bi rû bimîne.
 
Em dikevin saleke nû, wek hunermend ji bo sala nû peyama we çi ye?
 
Neşe Toprak: Sala 2024 sala berxwedanê bû û li ser vê esasê hunermendan jî afirandin. Hêvîdarim saleke ku tê de huner û jiyan û bedewî hebin. Hêviya me ew e ku di her qadê de azadiya ramanê û demokrasî hebe.
 
Ferhat Ertaş: Bila sala nû bibe sala ku ji çek zêdetir fikir tên nîqaşkirin. 
Silahları kuşanmaktan çok fikirlerin tartışılacağı bir yıl olmasını diliyoruz. Bi gotineke din em hêvî dikin ku ev sal bibe saleke ku durûtî nebin, huner û hunermend zêdetir dengê xwe bilind bikin û bila bibe sala bêhtir afirandina berheman da ku refleksên civakîbûnê derxin holê.
 
Omer Şahîn: Ez dixwazim bibe salek ku em ê bi azadî biaxivin û bê tirs fikrên xwe bînin ziman. Bila bibe saleke wisa ku em bibêjin; "Ger em vê bibêjin, em ê ben girtin an na?". Wisa dixuye ku sala 2025’an wê gelek tiştan bihewîne. Dibe ku tiştên pir xerab biqewimin, lê bila em ji bo tiştên baş hêvîdar bin. Ez hêvî dikim ku bibe saleke ku li hemberî ramanên takekeşî û giştî rêz bên girtin. 
 
Mazlum Baran: Hêvîdar im ku sala 2024’an li dijî qedexeyan, bibe sala azadiyê. Ger qedexe zêde bin dê berxwedan zêdetir bibe.
 
MA / Dîcle Muftuoglu
 

Sernavên din

02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir