ÎZMÎR- Hevserokê DAD'ê yê Şaxa Îzmîrê Firat Dîkmen diyar kir ku ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê timî êriş li ser elewiyan tên kirin û got ku divê elewî li dijî komkujiyan bên cem hev.
Piştî rûxandina rejîma Baasê, li dijî welatiyên elewî yên li Sûriyeyê dijîn, revandin, kuştin, binçavkirin û girtin hat destpêkirin. Rêvebiriya Demkî ya Sûriyeyê, bi serokatiya HTŞ'ê, li bajar, tax û gundên ku elewî lê dijîn dest bi "nêçîrê" kir. Li Tirkiyeyê di demên cuda de li dijî elewiyan komkujî hatin kirin. Piştî ragihandina komarê, li Dêrsim, Mereş, Çorûm û Madimakê elewî hem ji ber bawerî û hem jî ji ber nasnameya xwe bûn hedefa êrişan.
Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê, ji duh heta îro êrişên li hemberî elewiyan didomin.
KOMKUJIYA QOÇGIRIYÊ
Hikûmeta Enqereyê ya ku guh neda daxwazên gelê kurd û elewî yên li Koçgiriyê, di sala 1921'ê de bi pêşengiya Sakalli Nûreddîn Paşa û Topal Osman ên şandin Koçgiriyê; zarok, extiyar, jin û ciwan jî di nav de bi hezaran mirov qetil kirin. Mal û milkên gel talan kirin, sewalên wan hatin desteserkirin. Sakalli Nureddîn Paşa bi gotina “Me Zo (ermenî) qedand, dor hat Loyan" ev qetlîam parast. Ji pêşengên berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û Zerîfe Ana di Komkujiya Dêrsimê de bi komployekê hatin qetilkirin.
KOMKUJIYA DÊRSIMÊ
Piştî Koçgirî li Dêrsimê jî elewî bi polîtîkayên qetlîam û tunekirinê re rû bi rû man. Pêvajoya ber bi qetlîamê ve bi Qanûna Dêrsimê ya di sala 1935’an de hat derxistin dest pê kir. "Operasyona Tûncelî ya Tenkilê" ya ku di 4'ê Gulana 1937'an de ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat dayîn, yekemîn biryara fermî ya qetlîamê bû. Li gorî daneyên fermî; 13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin, 11 hezar û 818 kes hatin sirgûnkirin. Di dawiya qetlîamê de serokên eşîrên Dêrsimê ku Seyît Riza û kurê wî jî di nav de bûn, li Qada Bugdayê ya Xarpêtê hatin îdamkirin.
KOMKUJIYA MEREŞÊ
Di êrişên li dijî elewiyan ên Mereşê de ku di 19'ê Kanûna 1978'an de dest pê kir û heta 26'ê Kanûna 1978'an dewam kir, 120 kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. 552 xanî hatin şewitandin û hilweşandin û 289 kargeh hatin talankirin.
KOMKUJIYA ÇORÛMÊ
Piştî Serokê Giştî yê MHP’ê Gun Sazak di 27’ê Gulana 1980’an de hat kuuştin, ulkucî di 29’ê Gulanê de li Çorûmê li dijî elewiyan dest bi êrişan kirin. Komên ku desteka dewletê jî girtin, bi rojan êrişî taxên elewiyan kirin û bênavber dirûşmeyên "Xwîna me birije jî serkeftin a Îslamê ye" û "bi can bi xwîn toljildan" berz kirin. Li gorî daneyên fermî di êrişên 4’ê Tîrmehê de 57 kes mirin.
KOMKUJIYA MADIMAKÊ
Yek ji êrişên herî mezin ên li dijî elewiyan li Sêwazê pêk hat ku rewşenbîr, hunermend û nivîskar jî di nav de, Komkujiya Madimakê bû. Girseya 2'yê Tîrmehê piştî nimêja înê li hev kom bû û bi dirûşmeyan hat navenda çandê ya ku şahî lê dihat lidarxistin. Danê êvarê girseya gel ber bi Otela Madîmakê ve meşiya. Leşker û polîsan mudaxeleyî girseya ku li ber otêlê kom bûn nekirin, piştî 2 saetan girseyê otel şewitand. Piştî bûyeran 33 kesan jiyana xwe ji dest dan.
KOMKUJIYA TAXA GAZIYÊ
Bûyerên ku di 12'ê Adara 1995'an de bi ser 3 qehwexaneyên elewiyên li Taxa Gazî ya Stenbolê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin serdegirtin dest pê kir, li taxên din belav bû. Di êrişan de 23 kes mirin û zêdeyî 600 kes jî birîndar bûn.
LI SÛRIYEYÊ KOMKUJIYA ELEWIYAB
Di şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, DAIŞ’ê êrişî gelek komên etnîkî û olî kir. DAIŞ'ê li Hama, Hums, Tertûs û Laziqkiyê ku elewî bi piranî lê dijîn êrişî herêmên niştecihbûnê kir û bi hezaran kes kuştin. Di 9’ê Kanûnê de bi serweriya HTŞ’ê ya li Sûriyeyê re elewî dîsa bûn hedefa êrişan.
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Firat Dîkmen êriş û qetlîamên li dijî elewiyan ên li Tirkiye û Sûriyeyê nirxandin û bi bîr xist ku elewî her tim rastî êrişên fizîkî yên desthilatdaran tên.
‘DIVÊ EM JI BO ELEWIYAN BÊN CEM HEV'
Dîkmen diyar kir ku elewî bi xweparastinê li hemberî êrişan li ber xwe didin û got: “Êriş ji Kerbelayê heta îro dewam dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê îro jî 'mîrateya' ku ji berê girtiye, didomîne. Armanca polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî elewiyan, tepisandina pêkhateya demokratîk-azadperest a di nava elewiyan de û afirandina elewiyên xwe ye." Dîkmen diyar kir ku li Sûriyeyê jî heman rewş heyee û wiha got: "Gel ketine etra canê xwe. Bi êrişên ku li wir tên kirin naxwazin elewî bibin civakeke demokratîk. Em elewî her tim rastî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên. Divê eleiyên li Tirkiyeyê jib o yên li wir bibin can. Gava mirov ji mazlûmekî re bibe can, ev rêgezeke herî mezin aelewîtiyê ye. Divê emd eng derxin û wekî sazî daxilî rojeva xwe bikin. Divê em ji bo vê bên cem hev."