STENBOL - Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê Omer Yildiz di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Yildiz, îro di danê sibehê di serdegirtina malan de ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê, Yildiz birin Midûriyeta Emniyetê ya Gebzeyê. Sedema binçavkirina Yildiz nehat zanîn.