NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundên Herêma Biradostê bi balafirên şer bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk gundên Sinîn, Bêrkeme û Lolanê yên Herêma Biradostê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Hat zanîn ku liv û tevgera hewayî ya li herêmê didome.