AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ne peywirê li xwe bigirin û wiha got: “Ji bo çareseriyê divê diyalog hebe û ji bo vê jî divê şert û mercên alî bikarin xwe bi awayekî azad bînin ziman hebin.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, piştî 4 sal û nîvan di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe Palamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan got; “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî qonaxa hiqûq û siyasî bikim.” Abdullah Ocalan, di 28’ê Kanûnê de jî bi parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder re hevdîtin kir û carake din biryardariya xwe ya ji bo çareseriyê dubare kir.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û geşedanên piştre ji ajansa me re nirxand.
'CIVAK DIXWAZE ENCAMAN BIBÎNE’
Guleç, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û ev rewş li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Guleç, wiha domand: “Astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re û mafê telefonê derhiqûqî ye. Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de silav da koma DEM Partiyê û têkildarî mafê hêviyê çendek gotin kir. Ev gotin, di heman demê de îtîrafeke. Ji ber ku biryareke DMME’yê ya ji 2014’an ve nehatiye cîbicîkirin heye. Her çende dereng ketibe jî girîng e ku Bahçelî îtîraf kir. Heke qala mafê hêviyê bike, wê demê divê pêşiya tehliyeya birêz Ocalan were vekirin. Heke çareseriyek bibe, divê biryara DMME’yê esas bigirin û encamên vê biryarê li holê ne. Civak dixwaze van encaman tavilê bibîne.”
‘DIVÊ BIKARE BI AWAYEKÎ AZAD XWE ÎFADE BIKE’
Guleç, bal kişand ser girîngiya 7 xalên piştî hevdîtina li Îmraliyê hatin parvekirin û wiha got: “Ji bo çareseriyê divê ji ewil diyalog hebe. Ji bo diyalogê jî divê aliyên çareseriyê bikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Divê xwedî van derfetan bin. Heke hikûmet, Bahçelî û Erdogan li gel çareseriyê bin û birêz Ocalan weke aktorê çareseriyê bibînin - ku ez bana Bahçelî wisa dinirxînim - wê demê divê mercên ku bikare rola xwe bilîze ava bikin. Nexwe dê nekare rola xwe bilîze. Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe rast bilîze, divê bikare bi awayekî tendurist pêwendiyan deyne. DEM Partî diçe serdana partiyan û helwesta CHP’ê pir girîng e. Ocalan balê dikişîne ser Meclisê. Divê hemû alî xwedî amûrên pêwendîdanînê bin. Lê divê kesek li pey xapandinê nebe û nekeve nava hewldanên şikandina hêviyan.”
‘BILA HER TIŞ EŞKERE BE’
Bi domdarî Guleç anî ziman ku ji bo hemû pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin, divê derdorên civakî beşdarî pêvajoyê bên kirin û wiha axivî: “Divê hemû partiyên muxalîf ên li Meclisê, rêxistinên civaka sivîl beşdar bibin. Heke texrîbat û wêraniya 40 salên şer bên vegotin, dê beşekê mezin a Tirkiyeyê piştgiriyê bide çareseriyê. Bes divê pêvajo eşkere be, hemleyên rast bên kirin û bi aktoran re pêvajo pêş bikeve.”
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
Guleç, da zanîn ku Baroya Amedê di rapora xwe ya 10’ê Cotmehê de pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ji hêla qanûn û destûra bingehîn ve eşkere kirine û ev tişt anî ziman: “Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ev yek divê li ser lihevkirina civakî be, hemû derdor bên daxilkirin û mafên hemû aliyan bên misogerkirin. Divê ev di destûra bingehîn de cih bigirin. Dema destûra bingehîn a nû tê çêkirin, divê hemû hemwelatî xwe di nava wê pênaseya hemwelatiyê de bibînin. Divê ev pênaseye yekser xîtabî nîjadekê neke. Her wiha divê gotina ‘zimanê dewletê tirkî ye’ bê sererastkirin. Ji ber ku 25 milyon Kurd hene û piraniya wan zimanê dayikê dixwaze. Ji bo vê divê Tirkiye gavan biavêje.”
‘EM AMADE NE KU PEYWIRÊ LI XWE BIGIRIN’
Guleç, axaftina xwe wiha qedand: “Divê îktîdar û siyasetmedar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îradeyê nîşan bidin. Bi nêrîneke ku mafên 83 milyon kesan esas digirin, nêz bibin. Ji bo çareseriya meseleya Kurd em pêvajoyê girîng dibînin. Hêvîdarim neyê têkbirin û bi ser keve. Baroya Amedê ji bo bidawîkirina şer, ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê, ji bo mafên sereke yên 83 milyon welatiyan û çareseriya pirsgirêka Kurd amade ye ku peywirê li xwe bigire. Çanda çareseriyê ya vê civakê heye lê divê pergala zextê bê rakirin. Divê rewşenbîr, siyasetmedar û hwd. bi berpirsyartî nêzî vê meseleyê bibin. Divê ev tundiya heyî bi dawî bibe. Bila Kurd jî mafên xwe yên demokratîk û makeqanûnî bi dest bixin. Ji bo vê jî divê misogeriyên qanûnî û makezagonî hebin. Daxwaza gelê Kurd ev e.”
MA / Rûkiye Adiguzel