NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî Gulistan Doku peyamek parvekir û got: “Heke edalet pêk bihata dê îro Rojîn û Narîn bijiyan.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a X’ê der barê Gulistan Doku ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve agahî jê nayên giritn, peyamek parve kir.
Tulay Hatîmogûllari di peyama xwe de wiha got: “Gulistan Doku li ku ye? Tam 5 sal in em vê pirsê dikin. Gulistan Doku li Dêrsimê winda bû, ji her alî ve bi kamerayan dorpêçkirî bû. Kesên ku Gulistan di tariyê de hiştin em nas dikin. Em kiryaran nas dikin. Ger îro edalet ji bo Gulistan bihata peydakirin Rojîn û Narîn jî niha sax bûn. Em qet dev ji pirsa aqûbeta Gulistan û Rojînê bernadin."
Gülistan Doku nerede?
— Tülay Hatimoğulları (@TulayHatim) January 5, 2025
Tam 5 yıldır bu soruyu soruyoruz! Gülistan Doku, dört bir yanı kameralarla çevrili Dersim'de kaybedildi. Gülistan’ı karanlıkta bırakanları biliyoruz, failleri tanıyoruz!
Bugün Gülistan için adalet sağlansaydı Rojinler, Narinler yaşıyor olacaktı.… pic.twitter.com/RwQx50H4wJ