EDENE - Li navçeya Seyhanê Alî Ûz ê li kargeha lastîkan dixebitî, gava hewa li tekerê TIR'ê bar dikir, teker teqiya û Ûz jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Zeytînlî ya navçeya navnedî ya Seyhan a Edeneyê Alî Ûz ê li kargeha lastîkan dixebitî, gava hewa li tekerê TIR'ê bar dikir, teker bi ser wî de teqiya û Ûz jiyana xwe ji dest da. Piştî kesên li derdorê hay pê xistin tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Ûz jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Ûz rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) a Edeneyê.