AMED - 80 baroyan bertek nîşanî erêkirina beraeta polîsên ji doza Tahîr Elçî tên darizandin dan û gotin, "Em dest ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernadin."
Serokê berê ya Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling ya Sûrê hat qetilkirin û Dadgeha Îstînafê der barê polîsên bi navê Sînan Tabûr, Fuat Tan û Mesût Sevgî yên ku ji sûcê "ji xemsarî bûne sedema mirine" dihatin darizandin biryara beraetê hat erêkirin. Li hember biryara beraetê bertek dewam dikin. 80 baroyan bi sernavê "Em ê dev ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin" daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hat nîşandan ku polîtîkayên bêcezakirinê ji kêliya ewil a qetlîama ku li ber kamerayan pêk hat de heta niha didome û ev tişt hatin gotin: “Em dixwazin diyar bikin ku em vê biryarê wek parçeyek bêcezakirinê dibînin. Tu daxwaz li ber çavan nehatin girtin û hê jî li ber çavan nayên girtin. Hewldanên tinekirina heqîqeta ku bi îfadeyên îtîrafkaran ên di dozê de hatin eşkerekirin, cidî nehatin girtin û doz nehat berfirehkirin. Daxuyaniya 'kuştina siyasî' ya ji aliyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ve her çiqas bala hemû civakê kişandibe jî, tenê bala endamên darazê nekişand. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em helwesta bêcezakirinê ya di dosyaya Tahîr Elçî de qebûl nakin û em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin."
BAROYÊN KU ÎMZE KIRIN
Baroyên ku daxuyanî îmze kirin ev in; “Edene, Semsur, Afyonkarahîsar, Agirî, Aksaray, Amasya, Enqere, Antalya, Erdexan, Artvîn, Aydin, Balikkesir, Bartin, Êlih, Bayburt, Bîlecîk, Çewlîg, Bedlîs, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Çorûm, Denîzlî, Amed, Duzce, Edîrne, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Gîresun, Gumuşhane, Colemêrg, Hatay, Îdir, Isparta, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Karabuk, Qers, Kastamonu, Kayserî, Kirikkale, Kirklarelî, Kirşehîr, Kîlîs, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Mûş, Nevşehîr, Nîgde, Ordu, Osmaniye, Rîze, Sakarya, Samsun, Sêrt, Sînop, Sêwas, Riha, Şirnex, Tekîrdag, Tokat, Trabzon, Dêrsim, Uşak, Wan, Yalova, Yozgat, Zonguldak."