RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de got ku Rojava modêla jiyana nû ye ku divê weke mînak were girtin û li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got: “Em ê heta dawiyê li cem Kobanê cih bigirin.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 15’an de berdewam kir. Çalakî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê hatiye destpêkirin û Parlameneterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li nobetê bûn.
Welatî di saetên serê sibehê de hatin cihê nobetê. Di çalakiyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û pankartên “Nazim û Cîhan rûmeta me ne”, “Rojava rûmeta me ye" hatin hilgirtin.
‘ROJEVA MODÊLA AŞTIYÊ YE’
Çalakvanan li ser sînor daxuyanî dan. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan di daxuyaniyê de got ku gelê Kurd ji bo aştiyê têdikoşe û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya aştiyê dewam dike. Em milyon kes in. Me li dijî DAIŞ’ê mil da milê Kobanê û îro dîsa ji bo destkeftiyên wan li vir in. Rojava modêla aştiyê ye. Ger hûn dixwazin şerê li Sûriyeyê û aloziya li Tirkiyeyê biqede, Rojava ji bo xwe bikin mînak.”
‘EM LI SER SÎNORÊ KOBANÊ SILAVAN DIŞÎNÎN ÎMRALIYÊ’
Bi domdarî Karayilan destnîşan kir ku jiyana li Rojava hatiye avakirin jiyaneke ku ew tevek hêviya wê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîste her kesê xwedî wijdan bi berpirsyarî rabe. Ger ku pêvajoyek nû çêbibe divê ev pêvajo adil û mayînde be. Divê her kes xwedî wijdan be. Birêz Abdullah ê bi sala ye di tecrîdê de tê ragirtin, ji salên 90'î heta niha ji bo aştiyê kedeke mezin dide. Em ji sînorê Kobanê silavên xwe dişînin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.