NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz qonaxeke şikestinê bû û wiha got: “Jiyana Sakîneyê mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesaba Sakîneyê bipirsim, dê kujeran derxim holê.”
Aqilê dewletê her tim bi suîqest, komplo û konsepta şer bersiv da lêgerînên çareseriya demokratîk ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji sala 1993’yan heta niha didomin. Êrişa ewil a li dijî Abdullah Ocalan di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê bi wesayîteke bombebarankirî hate kirin. Êrişa duyemîn jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de piştî ji Sûriyeyê derketî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de ji hêla hêzên kûrewî ve bi radestkirina Tirkiyeyê biencam bû.
Abdullah Ocalan, tevî şert û mercên giran ên tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî lêgerînên xwe domand. Li dijî hewldanên çareseriya demokratîk û diyalogê, dewletê bi heman rêbazan bersiv da. Di navbera Abdullah Ocalan û şandeya dewletê de di 3’yê Çileya 2013’an de pêvajoya “çareseriyê” dest pê kir û bi destpêkirina pêvajoyê re bi êrişeke sûîqestê bersiv hate dayin.
Ji kadroyên damezirîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ku Abdullah Ocalan jiyana wê weke mînak nîşan dide, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestê de hatin qetilkirin.
‘HA EM KUŞTIN HA SAKÎNE KUŞTINE FERQ NAKE’
Nirxandina ewil a Abdullah Ocalan a têkildarî sûîqestê wiha bû: “Ha em kuştine ha Sakîne kuştine ferq nake.” Tevî ku êriş ji hêla MÎT’ê ve hatibû organîzekirin jî hewldanên ji bo çareseriya demokratîk domiyan. Abdullah Ocalan, di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê re de derheqê her sê jinên şoreşger de tespîtên girîng kir û got ku dê komkujiyê derxin holê û hesabê bipirsin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina ewil a di 27’ê Sibata 2013’an de ji bo qetilkirina Sakîne Cansiz got ku êrişa “Gladyoya nû” ye û bi vê êrişê re pêvajoya diyalogê hedef hatiye girtin. Abdullah Ocalan, diyar kir ku li dijî her tiştên bi navê çareseriyê tên sabotekirin û wiha got: “Bûyera Sakîneyê di min de fikareke mezin çêkir. Zelal nîne. Sakîne li Ewropayê aştî temsîl dikir. Komkujî hêj nehatiye ronîkirin. Ha em kuştine ha Sakîne kuştine ferq nîne. Bûyereke pir tarî ye.”
‘SÊRIŞA LI DIJÎ SAKÎNEYÊ VEXWENDINA SERHILDANÊ YE’
Abdullah Ocalan, diyar kir ku gavên AKP’ê xelet in û ev nirxandin kir: “Di nava sal û nîvên dawî de şerekî mezin dan destpêkirin. Operasyonên tesfiyekirinê li dar xistin. Koma ku birêz serokwezîr ji bo vê qaneh kirî, di sala 2011’ê de got; ‘Em ê PKK’ê tune bikin. Deh hezar kes (Operasyonên KCK’ê) xistin zindanan. Êrişa li dijî Sakîneyê û êrişa li dijî we (Qala Sînopê dike) heman e. Her operasyona li dijî KCK’ê vexwendineke ji bo serhildan û raperinê ye. Li bendê bûn ku ez serî hildim. Em serî hil din nabe serî hil nedin nabe. Girtina her KCK’iyekî sedema serhildanê ye. Em serhildanê dernaxînin. Deh hezar kes girtin. Ev ji hêlekî ve derbe ye. Ez têkiliyên Tirk-Kurdan jinûve pênase dikim û ev bi kêrî wan nayê.”
‘JIYANA SAKÎNEYÊ MÎNAK E’
Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku tevgera azadiya jinê didome û Sakîne Cansiz jî mînak e û wiha got: “Jiyana Sakîne Cansizê mînak e. Azadbûna jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesaba Sakîneyê bipirsim, kujeran derxim holê.” Abdullah Ocalan, di hevdîtina 11’ê Çileya 2014’an a li Îmraliyê de jî wiha got: “Qurbaniyên dawî yên Gladîoyê Sakîne ne. Peyam ji me re ye, peyam ev e; ‘PKK wiha tê tunekirin!’ Derbeya 9’ê Çileyê derbeya bidawîkirina pêvajoyê ye.”
‘HÛN Ê ÇAWA ÎZAH BIKIN?’
Rêberê PKK’ê, di hevdîtina 7’ê Sibata 2014’an de jî balê dikişîne ser girîngiya Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û dibêje ku divê hem faîlên her sê jinên şoreşger qetil kirin hem jî faîlên Komkujiya Roboskê bên eşkerekirin. Di heman hevdîtinê de wiha got: “Divê kesên Sakîne kuştin, kesên Roboskê kirin, kesên komkujiya Geverê kirin bên eşkerekirin. Bi vê komîsyonê re divê hemû bên eşkerekirin. Ev komîsyon dikare ji zanyarên herî biqedir û hiqûqnasan pêk bê.”
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 26’ê Hezîrana 2014’an de jî balê dikişîne ser şêweyê qetilkirina Kurdan a li ser Komkujiya Parîsê û vê nirxandinê dike: “Min tenê li ser şêweyê kuştinê jî ev kes derxistin holê. Şêweyê kuştina Kurdan ne karê Tirkan e. Hûn dikarin vê yekê di kuştina Sakîneyan de bibînin. Hûn ê mirina Sakîneyê çawa îzeh bikin? Ev rêbaza wiha hovane karê van e. Omer Guney di esasê xwe de mirovê Gladioya NATO’yê ye. Dema ew cînayet dikirin, xwestin li vir her tiştekî tune bikin.”
‘SAKÎNE JI BO MIN SEDEMA ŞER BÛ’
Abdullah Ocalan, di salvegera 2’yemîn a Komkujiya Parîsê de têkildarî komkujiyê nirxandinên berfireh kir. Abdullah Ocalan, wiha got: “PKK ji 76’an heta niha her tim bi komployan re rû bi rû ye. Lewma ez hişyar dikim. Hêj niha jî min ji hêla enstrumantal digirin dest. Ev dibêjim ev xetere ye. Tu girîngiya tiştên ji bo min dibêjin tune ne. Ev 30 sal in derheqê min de operasyonên binhişê dikin. Ez tu girîngiyê nadim vê jî. Ji ber ku dîrok min rast derdixîne. Vaye 10 sal berê min digot bila maseya muzakereyan bê avakirin. Midûrê wê demê dikeniya. Vaye qonaxa em gihiştinê ev e. Her çend dereng jî be mase hate danîn. Kehaneta min a 10 sal berê pêk hat. Li Parîsê operasyoneke binhişê yê nû kirin. Sûîqesta li dijî Sakîneyê wisa jirêzê nîne. Pir hatiye plankirin. Ji bo min sedema şer bû.
Sûîqesta li dijî Sakîneyê, ji bo me sûîqesta di Şerê Yekemîn a Cîhanê de li dijî Velîahtê Awûstûryayê hatiye kirin girantir e. Ji bilî min tu kes di wan şertan de nedikariya xwe ji wî şerî xelas bike. Min ev tevek dîtin, li gel ku pir giran jî bû, min ev bar rakir û xebatên xwe domand. Di bin awirên şikestî û giran ên hevalên xwe de, dema îdiayên mezin li ser MÎT’ê heyî de min ev hevdîtin domand. Dibe ku ji vir û şûnde jî hewldanên wiha çêbibin. Ya girîng ew e ku rêbaza xebatê baş were kirin û cidî nêz bibin.
BÛYERA SAKÎNEYAN QONAXA ŞIKESTINÊ YE
Dema hevala Sakîneyê bihîstî ez li vir ser maseyê rûniştime, ji keyfan rabûye ser pêyan, gotiye pir baş e û piştgirî daye. Lewma hedef hate girtin. Bûyera Sakîneyan qonaxa şikestineke wisaye ku bi qasî 19’ê Gulana Tirkiyeyê girîng e. Biqasî xistina Abdulhamît a ji îktîdarê girîng e, bi qasî tesfiyekirina Ocaxên Yenîçeriyê ya ji hêla Mehmûdê 2’yemîn ve girîng e. Bi qasî derbeyên 27’ê Gulanê, 12’ê Adarê girîng in. Ji vir û şûnde 9’ê Çileyê dê ji bo me dê dîrokeke girîng be. Ez li vê derê, naveroka siyasî ya derbeyê vedibêjim. Heke me bi Hakan Beg re (Hakan Fîdan) 50 civîn kiribin, di her hevdîtinê de bûyerek hat pêşiya me. Ji lêgerînên tazî heta tecawizan, ji operasyonên KCK’ê heta Roboskê û hwd.
KOMPLOYEKE LI SER CIA Û GLADIOYÊ
Komployeke navenda wê Washington a li ser CIA û Gladioyê hatiye kirin e. Zanyariya min a dîrokê heye, ez rastiya dewleta kûr baş dizanim. Lobiyan, di çarçoveya bidestxistina Anatoliyayê de di 60 salan de gelek tişt kirin. rêxistineke ku serokkomar û serokwezîrê jî kuştî li hundir heye. Mekanîzmaya derbeyê ya heyî hêj îro jî li ser kar e. 50 Hakan Fîdan jî hebin, serokwezîr jî hebin dê nekarin pêşî li vê bigirin.”
'BI DERBEYÊ BERSIV DAN HER GAVA ME’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de anî ziman ku her gava wan a ji bo çareseriyê bi derbeyê hatiye bersivandin û wiha got: “Bila bûyera Sakîneyan bê bîra we. Piştî civîna me ya ewil a li vê derê li Parîsê bersiv dan. Teqez piştî her hevdîtina me ya girîng derbeyek hate kirin. Roboskê, qetilkirina 13 gundiyan a li Colemêrgê, operasyonên KCK’ê û hêj bi sedan tiştên wiha. Kesên ev kirin niha teşhîr bûne. Ez li gorî tecrûbeyên xwe dibêjim. Dema min bûyera Sakîneyan cara ewil bihîstî, ez gelek li ser fikirîm. Min got gelo em dikarin çi bikin. Min 15 rojan li vir hevdîtin nekir. Piştre derketim hevdîtinan. Min got; ‘Sebir bike, bixebite û vê derxîne holê.’ Û niha derket holê. Cemaet derket. Dibe ku komeke ji MÎT’ê jî di nav de be.”
MA / Ozgur Paksoy